KCD'ê 1'ê Gulanê li kedkaran pîroz kir 2018-04-27 11:29:37   AMED - KCD'ê 1'ê Gulanê li tevahiya kedkaran pîroz kir. KCD'ê diyar kir ku  1'ê Gulana 2018'an di nava şert û mercên awarte de wê bê pîrozkirin û ev jî  nîşan dide ku bê gelê me û hemû kedkar û karkerên Kurdistan û Tirkiyeyê nirxeke çiqasî mezin didin vê cejnê û watedar dikin.     Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) bi minasebata 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanê daxuyaniyek da û 1'ê Gulanê li tevahiya kedkaran pîroz kir. KCD'ê di destpêka daxuyaniya xwe de wiha got: "Wekî tê zanîn piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, di serî de êrîşî çîna kedkaran û têkoşîna hevpar a beşên civakê hat kirin. Ji ber vê  pîrozbahiya 1'ê Gulana 2018'an girînge û em bang li hemû çîna kedkar dikin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dakevin qadan û 1'ê Gulanê pîroz bikin."    Berdewamiya daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "AKP'a ku ev hewldan ji xwe re wekî firsendekê nirxand, ji bo hemû muxalefeta demokratîk û çîna kedkar têk bibe veguherand darbeya faşîst. Bi vê armancê, medya, daraz, zanîngeh, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kedê, sendîka, nivîskar, akademîsyen, kedkar, bawermend û hwd. hemû alî, kes û saziyên li dijberî vê dîktatoriyê derketin bûn hedefa itifaqa AKP-MHP'ê. Ji bo wan bêdeng bikin û tasfiye bikin êrîşên dijwar meşandin.    Xwestin civakê bi birçîbûnê terbiye bikin   Zêdetirî sedhezar kedkarên cemaweriyê û karker, rewşenbîr, akademîsyen, kedkarên çapemeniyê, nivîskar û hwd. bêyî ku biryara darazê hebe ji kar hatin avêtin. Bi vê re xwestin bi birçîbûne civakê terbiye bikin û serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP'ê deynin. Bi dehezaran siyasetmedar, akadmeîsyen, rêveberên rêxistinên saziyên sivîl hatin binçavkirin û girtin. Xwestin siyaseta demokratîk û muxalefetê çavtirsandî bikin û tasfiye bikin.   Çapemenî bêdeng kirin   Bi bêdengkirina medya, çapemeniya rexnegir a muxalîf û demokratîk re sîstema "çapemenî-medya" hawizê ya di xizmeta faşîzma AKP-MHP'ê de ye ava kirin.  Lê belê, em zanin û di wê baweriyê de ne ku wê tu carî gelê me û hemû çîna kedkar ên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî van pêkanînên faşîzan û rejîma dîktatoriyê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Faşîzma AKP-MHP'ê wê wekî mînakên li dinyayê hatine jiyîn têk bibin û vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin.   Bijî 1'ê Gulanê    1'ê Gulanê cejna karkeran, roja ku têkoşîn û daxwazên demokrasî û azadiyê yên hemû kedkar-karkeran bilindtir dibe.   Bi vê bîr, bawerî û biryardariya têkoşînê re em 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû çîna kedkar-karker û gelê xwe pîroz dikin;   Bang li hemû kedkarên cemaweriyê, karkeran û gelê xwe dikin ku bi ruhê têkoşîna bêhempa, bi vîn û coşeke mezin beşdarî mîtîngên 1'ê Gulanê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên pîrozkirin bibin.  em 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi ruhê têkoşîna mezin, bawerî û lêgerîna azadiyê li gelê xwe û hemû kedkar û karkeran pîroz dikin û bi dilsozî wan silav dikin. Bijî 1'ê Gulanê."