‘Yekane riya çareseriyê Abdullah Ocalan e’ 2018-04-27 09:08:16   STENBOL - Endama DBP’ê Yildiz Çetîn diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bandorek mezin li ser siyaset, aborî û jiyana welat kiriye û got: “Yekane riya çareseriya pirsgirêkan Birêz Ocalan e.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û serlêdanên malbat û parêzeran jî a ji bo hevdîtinê tên redkirin. Endama DBP’ê Yildiz Çetîn bi lêv kir ku Abdullah Ocalan di alî pêvajoyê de faktorek girîng e.   Yildizê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Abdullah Ocalan bi fikrên xwe bandorek mezin li ser gelên Tirkiyeyê kiriye û piştî hikumetê ev ferq kiriye pêvajoya tecrîdê dest pê kiriye. Yildizê got armanc ev e ku hem Ocalan, hem jî yên bi wî bawer dikin tecrîd bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan ji bo gelan proje û persepektîfên girîng pêşniyar kiriye. Mîmarê sereke yê pêvajoya çareseriyê ye. Pêvajoya bi pêşengiya wî dest pê kir û hêviya gel zêde kir. Mirovan yekem car bêyî nîqaşên siyasî bi hev re ji bo pêşeroja welat nîqaş meşandin. Di pêvajoya ku tiştên yekem hatin jiyîn de  hat dîtin ku gel ji kîn û nefretê dûr ketine.   ‘Nêrînên wî dîl tên girtin’   Yildizê bi lêv kir ku ji bo aştî bê, Abdullah Ocalan hewldanek mezin daye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan ji bo gelan aktorekî girîng e.  Lîderekî ku gel pê bawer dike ye. Girêdayîn gelê Kurd a bi Birêz Ocalan re li holê ye. Hikûmet li aliyekî Birêz Ocalan tecrîd dike û li aliyê din jî gelên bi wî bawer dike dîl digire. Di heman demê de jî nêrînên Birêz Ocalan dîl digire.”   ‘Hewcedariya Tirkiyeyê bi Birêz Ocalan heye’   Yildizê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku yekane riya çareseriya pirsgirêkan Abdullah Ocalan e û divê demildest hikumet di mijara tecrîdê de şûnde gavê bavêje û got: “Bi sekinandina hevdîtinan re gelek pirsgirêkî rû daye. Yekane riya çareserkirina pirsgirêkan  Birêz Ocalan e. Hewcedariya Tirkiyeyê bi Birêz Ocalan heye.”