Li girtîgeha Tarsusê rewşa 5 girtiyan giran e 2018-04-27 09:03:07   AMED - Li Girtîgeha Tarsusê zext û binpêkirina mafan berdewam dike. Parêzer Selçuk Bînîcî balkişand ser pêkanînên kêfî û diyar kir ku di her koguşê de herî kêm du zarok bi dayika xwe re dimînin û got rewşa 5 girtiyan jî giran e.   Li Girtîgeha Tarsûsê zext û şîdeta li ser girtiyan didome. Yek  parêzerên ÎHD’a Mersînê Selçuk Bînîcî zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot.   ‘Di her koguşê de herî kêm du zarok hene’   Li gorî agahiyên parêzeran dane di rojên borî de 13 girtiyên jin li dijî cezayên hucreyê ketine greva birçîbûnê ya 3 rojan û piştî  3 rojan çalakî bi dawî kirine. Hat gotin ku yek ji pirsgirêka herî girîng a girtiyan cilên yekreng in û pêkanîna jimartina berê wan li dîwar e. Parêzer diyar kir ku koguş di ser kapasîteya wan de tije bûne û herî kêm du zarok jî li her koguşekê hene.  Parêzer da zanîn rewşa 5 girtiyên nexweş jî girane û Sîsê Bîngol bi alîkariya girtiyan diçe destavê.   Greva di 15’ê Adarê de hat destpêkirin bi dawî bû   Her wiha hat destnîşan kirin ku bi daxwaza dawî li binpêkirinan bê dayîn di 15’ê Adarê de çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û 23 roj şûnde bi dawî bûye.     Hat gotin ku ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mersînê ve rapora derbarê binpêkirinan de hatiye amadekirin wê ji raya giştî re bê parvekirin.