ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-27 09:00:00     *Li Îngîlîstanê karkerên jin di nîvî sedsala 19’emîn de dest bi rêxistinê kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan û yek ji çalakiya ku herî zêde bal kişand Greva Keçên Niftikfiroş bû. 14 hezar karkerên jin piştgirî dan Jinên Niftikfiroş  bi vê grevê re ji bo şerd û mercên xebatê bên başkirin û heta di sendîkayan de bibin xwedî gotin têkoşîn dan.   * Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen diyar kir ku di 1’ê Gulanê de bi şîara ‘Ji bo Tirkiyeyek li gel kedê em yekitî û piştevaniyê mezin bikin’ wê li Qada Tandogan a Enqereyê bin. Aysunê diyar kir ku  desthilatdariyê  bi OHAL û şer hebûna xwe xwest garantî bike, niha jî hilbijartin kiriye rojeva xwe û got wê kedkar bersiva hilbijartinê di 1’ê Gulanê de bidin. BI DÎMEN   *Li Girtîgeha Tarsusê zext û binpêkirina mafan berdewam dike. Parêzer Selçuk Bînîcî balkişand ser pêkanînên kêfî û diyar kir ku di her koguşê de herî kêm du zarok bi dayika xwe re dimînin û got rewşa 5 girtiyan jî giran e.   *Welatiyan bertek nîşanî faaliyetên înşaatê yên di serî de li dora qada Fuara Kulturpark a Îzmîrê û gelek cihên din dan û gotin: “Îzmîr êdî ji bajarê behrê derketiye. Yên pere didin avahiyên 30 qatî bi rehetî çêdikin. Em naxwazin wek Enqere an jî Stenbolê Îzmîr jî bimire.” BI DÎMEN   * Parêzer Ozlem Ozkan  pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya desthilatdariyê pêşkêşî meclîsê kiriye nirxand û got ‘ev polîtîkaya dirû ye’. Ozlemê wiha got: “Ji xwe qanûnên hene hebûn. Lê pêk nayên. Tirkiyeyê Peymana Mafê Zarokan û Peymana Stenbolê îmze kiriye. Gelo ev kîjan bi cih anîn. Dema mirov dinêrin ji sedî 10 jî nehatiye bicihanîn.”   *Endama DBP’ê Yildiz Çetîn diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bandorek mezin li ser siyaset, aborî û jiyana welat kiriye û got: “Yekane riya çareseriya pirsgirêkan Birêz Ocalan e.” BI DÎMEN   *Xanim Mehmûd a ku ji Kobanê ye û temenê wê  50'î salî ye bi çêkirina tewnan hem  çanda kevnar a Kurdan li ser piyan dihêle hem debara xwe dike. Xanimê got:"Çanda me hebûna me ye divê em çanda xwe biparêzin." BI DÎMEN   *16’emîn Mihrîcana Gerok a Fîlmmorê ya Fîlmên Jinan herî dawî wê di navbera 4’ê Gûlanê û 6’ê Gûlanê de li Amedê pêk bê.        *Gelên Tirkiyeyê di bin siya OHAL’ê de dê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên Wanê diyarkirin ku ew ê di 24 hezîranê de bi çûyina ser sindoqan bersiva herî mezin bidin îktîdara heyî. BI DÎMEN