Li Şehbayê ji ber kêmderfetiyên tenduristiyê nexweşî belav dibe 2018-04-26 15:34:57   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê ji ber kêmderfetiyên tendirustiyê di nav zarokan de nexweşî belav dibe. Ji bo nexweşî zêde û belav nebe Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Desteya Tendirustiyê zarokên Kantona Şehbayê aşî kirin.    Li Kantona Şehbayê ji ber kêmderfetiyên tendirustiyê û kêmasiya avê di nav zarokan de nexweşî belav dibe. Her wiha nexweşiyên wekî 'Sorik, heba salê, sil û penceşêr' her ku diçe zêde dibin. Ji bo nexweşî zêde û belav nebe Heyva Sor a Kurd bi alîkariya Desteya Tendirustiyê zarokên Kantona Şehbayê aşî kirin.    Têkildarî vê mijarê xebatkara Heyva Sor a Kurdî Fîden Şêxo diyar kir ku li kampên Şehbayê rewşa koçberan ne baş e, ji ber ku bijîşk û av kêm in û hewa ne paqij e gel zehmetiyen mezin dikişînin.    Her wiha Fîdanê anî ziman ku pêdiviya zarokan ji şîr heye û pêdiviya gel ji dermanan hene û got:"Em wekî Heyva Sor a Kurd heta ku ji destên me tê em alîkariya gel dikin lê dîsa jî kêmasiyê gel hene. Ji ber ku li vir derfet kêm in, gelek zarok û kesên temenbilind jiyana xwe ji dest dan."   Fîdanê herî dawî wiha got:"Ger gelê Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk û OSO'yê ji ser axa xwe koçber neban dê îro pirsgirêkên bi vî rengî nejiyan. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan gelê Efrînê li Şehbayê li berxwe didin."