Li Şemzînanê starta hilbijartinê hat dayin 2018-04-26 13:44:13   COLEMÊRG - HDP'ê li Şemzînanê starta hilbijartina pêşwext da.    Rêxistina Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HD) starta xwe ya hibijartina pêşwext a ku dê di 24'ê Hezîranê de çê bibe da. Daxuyanî li avahiya Navçeyê ya HDP'ê hat dayin. Hevserokên Navçeyê yên HDP'ê û rêveberên wê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Şemzînanê Îbrahîm Opengin anî ziman ku ew ji bo hilbijartinên pêşwext amadene û diyar kir ku ew ê bi rihê hilbijartina 7'ê Hezîranê beşdarî hilbijartinê bibin.    Her wiha Îbrahîm wiha got:"Em starta xwe ya hilbijartinê li Şemzînanê didin. Em ê xebatên xwe bi kelecanek mezin û li ser bingeha zimanê aştiyê bimeşînin. Kesên ku dibêjin em ê we di sindoqan de winda bikin, gelê me dê bersiva wan bide wan."