Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir 2018-04-26 11:43:01   AMED - 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê carek din daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut polîs Y.Ş. red kir. Heyetê danişîna dozê taloqî 20’ê îlonê kir. Polîsê kujer Y.Ş. li pêş kamera û rojnamegeran Kurkut kuştibû û niha serbest tê darizandin.