Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cara 750'an serlêdan hat kirin 2018-04-26 11:41:09   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 750’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 750’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 749 car serlêdana hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên wek “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” hatin redkirin.