Kuştina Gulbaharê hîn bi guman e 2018-04-26 10:51:45   Medine Mamedoglu   MÊRDÎN - Cenazeyê Gulbahar Kizilkaya du roj berê li Gundê Xirbihxalit ê Midyadê hatibû dîtin. Kesên ji malbata Gulbaharê yên binçavkirî hene. Her wiha gundiyan diyar kirin ku malbatê gotiye 2 meh berê keça me winda bûye lê dawiyê hatiye dîtin.        Li gundê Xirbihxalitê yê Midyadê ji ber ku bêhnek genî ji bîrê dihat şivanan ev yek ragihandin keyayê gund. Dema ku kevirên bîrê hat derxistin di bîrê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî. Piştî lêkolînê hat hînbûn ku cenaze aîdî Gulbahar Kizilkaya ya 20 salî ye û du meh berê hatiye qetilkirin.    Kesên ji malbatê di bin  çavan de ne   Têkildarî mijarê dê, bav, 2 xwişk û apê Gulbaharê di bin çavan de ne. Kesên ji malbatê ku ji bo îfadeyê hatin binçavkirin lêpirsîna wan ev 2 roj in didome.    Gumana ku kê Gulbaharê kuştiye didome û piştî karên otopsiyê agahî nehat girtin ku cenazeyê Gulbaharê li ku hatiye definkirin.    2 meh berê hatibû gotin ku 'winda bûye'   Jinek ku li gund dijiya wiha got:"Hinek gotin li gund tên kirin. Tê gotin ku Gulbaharê ji şivanekî wekî wan koçer hez dikir lê malbat li dijî vê yekê derdiket. Du meh berê Gulbaharê kuştine û avêtine wir. Ser wê jî bi keviran girtine. Hîn du meh berê malbata Gulbaharê gund bi gund digeriyan û digotin keça me 'hatiye revandin' û 'winda bûye'. Malbata ku digot keça me windabû ye, cara duda dema ku hatin îjar jî gotin 'şivanê me' winda bûye.   Jineke din jî got ku malbata Gulbaharê 2 meh berê gotiye keça me winda bûye lê dema ku mehek berê min wan dît û min pirs kir gotin ku me ew dîtiye lê niha jî cenazeyê wê hat dîtin.    Şivanê ku cenaze dît anî ziman ku wî ji ber bêhna giran bîr vekirine û dîtine ku ser cenaze bi keviran hatiye girtin.