ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-26 09:00:00     *Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê  Rewşen Hacim di derbarê biryara Tirkiyeyê ya hilbijartinên pêşwext de axivî û got: "Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê neyê lîstokên Dewleta Tirk û li vîna xwe xwedî derkevin. Dem dema xwedîderketina vîna xwe ye." BI DÎMEN    *Jinên Behrareş diyar kirin ku di ser Çernobîlê de 32 sal derbas bûye û hişyar kirin ku wê li Akkuyu û Sînopê jî karaset bên jiyîn û wiha gotin: “Encamên Çernobîlê li ber çavan e, ev israra ji bo Akkuyuyê çi ye? "    *Çemê di navenda Geverê de derbas dibe û diherike Ava Zapê, nexweşiyê belav dike. BI DÎMEN   *Jinên ku di bin bana Komeleya Îmeceyê de derdikevin ser dikê lîstika bi navê ‘Çekên Carrar Ana’ ya Bertol Brechtî lîstin. Lîstik mijara dayikek di nav şerê navxweyî ya Ispanyayê de, vedibêje û nîşan dide ku di şer de wê bê alî nemînin. BI DÎMEN   *Jinên Meletiyê diyar kirin ku hedefa herî mezin a polîtîkayên AKP’ê ya 16 salan ev e ku jinan hepsê malê bikin û wiha got: “Ew jiyana ku jin dijîn bi xwe diyar dikin. Lê hikumeta ji rastiyên gel û jinan qut bûne mahkumê windakirinê ne.” BI DÎMEN   *Kedkarên Tendûristiyê derbarê 1’ê Gûlanê de axivîn û gotin ku di 1’ê Gûlanê Cejna Kedkaran de bang li hemû kesên hatine îxrackirin dikin ku li dijî kedxwariya kedê li qadan bin.  BI DÎMEN    *Endama Navenda Mafê Zarokan a Amedê Asye Demîr, diyar kir ku pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê kiriye çareseriyê esas nagire û got di pêşnûmeyê de zarok nayên fikirîn.    *Li Girtîgeha Tarsusê zext û îşkence didome û malbatên serî li saziyên mafê mirovan didin, diyar kirin ku ew ji jiyana girtiyan bi fikar in û daxwaza kar û barên hiqûqî kirin.   *Rojnameger Oya Baydar diyar kir ku bi qasî bêdengkirina çapemeniyê, çêkirina nûçeyên derew jî pirsgirêkek girîng e û wiha got: “Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê şûnde û derbarê siyaseta herêmê de bi tu nûçeyî divê mirov bawer nekin. Lê ev wisa wê berdewam neke. Ez difikirim ku em ê bi nûçegîhaniya înternetê pêngavek girîng bavêjin.”