Ji HDP, KCD û TJA'yê banga 1'ê Gulanê 2018-04-25 13:26:30   AMED – Rêxistina HDP’ê ya Amedê banga beşdariya mitînga 1’ê Gulanê ya dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî beşdar bibe li her kesî kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî pîrozbahiya mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn. Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn daxuyanî da û got ku ew ê bi feyza 8’ê Adarê û Newrozê dê qadan tije bikin.    Fîlîzê banga beşdariya Mitînga 1’ê Gulanê ya dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir û ew ê pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya îsal dê bi şîara “Ji cînayetên kar, xebata bêewle, OHAL û şer re na” li dar bixin.    Fîlîzê anî ziman ku dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî beşdarî mitîngê bibe û wiha got: “Li ser karker, kedkar, hêzên ked, aştî û demokrasiyê zextên giran hene. Dixwazin karker û kedkar bi KHK’yan bitirsînin û têkoşîna wan têk bibin. Li dijî keda wan kedxwarî tê kirin. Ji bo hemû zextên li ser kedkar û karkeran bi dawî bibin, em beşdarî mitînga 1’ê Gulanê bibin.”    Beşdarvanan li çepikan da û daxuyan bi dawî bû.