Li Stenbolê kuştina jinekê ya bi guman 2018-04-25 12:45:13   STENBOL - Li Bayrampaşayê jina bi navê Olena Tyhly bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.    Di saetên serê sibehê de li Bayrampaşaya Stenbolê li 12'emîn qatê sîteyekê cenazeyê jinekê hat dîtin. Li ser agahiya welatiyên sîteyê polîs hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku jina bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest daye navê wê Olena Tyhly (35) û welatiya Ukraynayê ye.    Cenazeyê Olena Tyhly birin Saziya Tipa Edlî û lêpirsîna ku derbarê vê bûyerê de dest pê kiriye didome.