Jinên Êzidî: Efrîn mînaka berxwedanek bêhempa ye 2018-04-25 11:51:46   Orivan Ebdo/ Viyan Saîd    ŞENGAL - Jinên Êzidî derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û li dijî vê yekê berxwedana gelê Efrînê de anîn ziman ku Efrîn mînaka bexwedanek bêhempa ye û ew ê heta dawî xwedî li vê berxwedanê derkevin.    Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20'ê Çileyê de bi hemû çekên xwe yên giran êrîşî Efrînê kirin û gelê Efrînê ji bo ewlehiya xwe derbasî Şehbayê bûn. Jinên Êzidî derbarê êrîşên dewleta tirk û  li dijî vê êrîşê berxwedana gelê Efrînê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ligel hemû êrîş û zordestiyan gelê Efrînê heta dawî berxwe dan û niha jî li kampên Şehbayê li berxwe didin."   Jina bi navê Edilen Reşo da zanîn ku gelê Kurd dê tu carî serî netewînin û got:"Dijminê mirovahiyê bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin û destkeftiyên gelê Kurd hedef girtin. Gelek caran gelê Kurd bi êrîşên tund û dijhiqûqî rû bi rû man. Em van êrîşana bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin heta em hebin em ê li axa xwe û li rûmeta xwe xwedî derkevin."   'Em gav bi paşde navêjin'   Her wiha jina bi navê Nazdar Memo jî anî ziman ku ew gav paşde navêjin û got:"Bila neyarên ku êrîşî Kurdan dikin û destkeftiyên wan hedef digirin baş bizanibin ku em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê berxwe bidin. Em wekî jinên Êzidî piştgiriyê didin gelê Efrînê yên berxwedêr û em dibêjin em destûrê nadin ku dagirker bigihêjin armanca xwe."