Li dijî hişmendiya baviksalarî berxwedana bi salan 2018-04-25 11:33:09   Hêvî Botan   KOBANÊ - Germo Ehmed a ku di temenê biçûk de ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hat zewicandin da zanîn ku wê bi salan li dijî hişmendiya baviksalarî li berxwe daye û ji bo zarok di temenê biçûk de neyê zewicandin ew her dem di nav tevgerekê de ye.    Jina bi navê Germo Ehmed ku ji gundê Tilxezalê yê Kobanê ye û di temenê zarokatiya xwe de hatiye zewicandin diyar kir ku wê ji aliyê mêrê ku bi wê re hatiye zewicandin gelek zilm û zordestî dîtiye û got:"Dema ku ez rastî zilmê dihatim kesî alîkariya min nedikir. Ya herî dijwar jî ew bû ku hemû kes bêdeng diman. Lê ji bo ku em jin li dijî zilm û zordestiya hişmendiya baviksalarî têk neçin divê em bêdeng nemînin."   'Min gelekî berxwe dida'   Germoyê da zanîn ku li dijî zilma hişmendiya baviksalarî wê gelekî berxwe daye û wiha got:"Dema ku hevserê min êrîşî min dikir xwesuya min jî dengê xwe nedikir. Heta ku em jin li dijî vê êrîş û zilma hişmendiya baviksalarî piştgiriyê nedin hev em ê her dem bên çewisandin."   'Min tena serê xwe zarokên xwe mezin kir'   Germoyê anî ziman ku wê tena serê xwe zarokên xwe mezin kiriye û got:"Mêrê ku bi zarokatî min bi wî re zewicandin, çû zewaca duda kir û dev ji min û zarokên min berda. Lê min tu carî serî netewand û min bi serbilindî zarokên xwe bi têkoşîna xwe motajî kesî nekir û min ew bi keda destên xwe mezin kir. Hişmendiya baviksalarî her dem dixwaze ku jinê biçewisîne lê divê em destûrê nedin vê yekê."   'Jinên Kurd serbilind in'   Germoyê diyar kir ku her dem jinê Kurd li dijî hemû zordestiyan berxwe dane û got:" Jinên Kurd serbilind in, tu carî serî natewînin. Min jî serî netewand. Dema ku mêrê dev ji min û zarokên berda û  çû xwest ku paş de vegere lê min destûr neda vê yekê. Min got 'Ez rûmeta xwe diparêzim û li dijî vê gotina te derdikevim'. Divê em hemû jin bibin yek û xwedî li rûmet û têkoşîna xwe derkevin."