Li Qoserê hestiyên mirovan hat dîtin 2018-04-24 15:58:36   MÊRDÎN - Di dema ku xebatên elektrîkê li navenda Qoserê dihat kirin, hestiyên mirovan hat dîtin.    Li ser rêya hemberî Akbanka berê ya li Kolana Rihayê ya Qosera Mêrdînê dema ku xebat ji bo elektrîk û gaza xwezayî dihat kirin, hestiyên mirovan hat dîtin. Operatorê kepçeyê yê ku hestî  dît agahî da polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê der û dor bi şerîda ewlehiyê girt. Polîsan hestî xistin kîsikan û ji cihê bûyerê girtin .    Di wêneyên ku hat kişandin de hat dîtin ku li cihên hestî hat dîtin borî lê tê bicihkirin.