'Rihê bi hêvî û dilê ku bi eşqa axa xwe lê dida' 2018-04-24 14:23:09   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Şervanên YPJ' ê Amargî Kobanê û Çîçek Dulî, Endama Ragihandina YPJ'ê Rohenda Xemgîn bi bîr anîn û gotin:"Rohenda bi kameraya xwe li dû şopa heqîqetê geriya û di rêya heqîqetê de jiyana xwe ji dest da."   Di encama êrîşên dewleta tirk û OSO'yê de Endama Ragihandina YPJ'ê Rohenda Xemgîn û bavê wê, Bavê Azad (Mihemed) jiyana xwe ji dest dabûn. Hevalên Rohenda Amargî Kobanê û Çîçek Dulî derbarê Rohenda de axivîn û gotin:"Dilê rohenda bi eşqa axê lê dida û rihê wê her dem bi hêvî bû."   Endama Ragihandina YPJ'ê Amargî Kobanê diyar kir ku Rohenda ji têkoşîna jinê hez dikir û got:"Rohenda bi kameraya xwe li dijî dagirkeriyê şer dikir û mafê jinê diparast. Rohenda xwest ku bi dîmen û wêneyên xwe dengê Berxwedana Serdemê bi cîhanê bide bihîstin. Rohendaya ku bi coş û moralê mezin dihat nasîn di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Em ê heta dawî şopdarê rêya jinên wekî Rohenda bi rûmet û serkeftî be."   'Rohenda heta dawî ji bo rastiyê ragihîne berxwe da'   Di heman demê de Endama Ragihandina YPJ'ê Çîçek Durlî jî diyar kir ku heta dawî Rohenda ber xwe daye û got:"Şehîd Rohenda heta dawî bi kameraya xwe têkoşîna xwe meşand û rastî ji hemû cîhanê re ragihand. Rohenda her dem ji bo siberojek azad berxwe dida. Em ê heta dawî li doza Rohenda xwedî derkevin û şopdarê rêya wê a heqîqetê bin."