Li bajarên Ewropayê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir 2018-04-24 12:27:24   NAVENDA NÛÇEYAN-Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya avahiyên CPT û AK'ê yên Strasbourgê greva birçîbûnê dest pê kir. Bi vê çalakiyê girêdayî li gelek navendên Ewropayê çalakiyên ji bo starta çalakiyên greva birçîbûnê yên hemxwext hat dayin.   Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya avahiyên Komîteya Pêşbirîna Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê (AK) yên Strasbourgê greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiyê do bi banga Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) dest pê kir. Nûnerên saziyên Kurd ên Ewropayê, siyasetmedar, serokên şaredariyan, rewşenbîr, hunermend û hinek nûnerên saziyên ewropayê beşdarî çalakiyê bûn.    Parlamenterên HDP'ê Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz û nûnerên Suryanî û yên Partiya Çep a Kesk jî piştgirî dan çalakiya ku dê 5 rojan bidome.    Li çar bajarên Almanyayê starta greva birçîbûnê hat dayin    Di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî' li Strasbourg, li paytexta Almaya Berlînê, Koln, Hannover û Bremenê greva birçîbûnê dest pê kir.    Greva birçîbûnê ya ku li pêşiya Kaiser Wilhelm Gedaechtnis Kirche ku wekî sembolek girîng tê nasîn, hat destpêkirin dê 3 rojan bidome. Ji xeynî Berlînê ji Sachsen û Magdeburgê jî beşdarbûn ji bo çalakiya grevê çê bû. Di greva birçîbûnê de alên YPG, YPJ'ê û pankarta 'Bila Tiffaka qirêj a bi Tirkiyeyê re bi dawî bibe' hat hilgirtin. Hilgirtina posterên Abdullah Ocalan hat astengkirin.    Li Bajarê Rudolfplatz a Kolnê yê Almanyayê jî ji bo sê rojan greva birçîbûnê dest pê kir. Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê endamê PYD'ê Dersîm Al Elî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Dersîm bal kişand ser şerdên tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan Û got:"Serok  Apo ev 20 sal in ku di bin êrîş û gefek mezin de ye. Serok Apo ji bo gelê Kurd hinceta hebûn, azadî û jiyanê ye."   Li bajarê Elmanya Bremenê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya parlamentoya xwecihî kon hate vedan.   Li Bremenê li pêşiya parlamentoya xwecihî ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon hate vedan. Greva birçîbûnê ya ku gelê Kurd ên li  Bremen û bajarên derdor tevlî bûyî wê roja Çarşemê bi mîtîngekê bi dawî be.   Li qadê posterêke mezin yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate vekirin û bi pankartan hevkariya Tirkiye û Elmanyayê hat protestokirin.   Di çalakiyê de belavokên têkildarî agahdarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û duh jî gelek kesan serdana çalakiyê kirin, peyamên piştgiriyê dan. Greva birçîbûnê wê tevayî rojê bidome û kesên di greva birçîbûnê de wê şeva xwe dibin konê hatî vedan de derbas bikin.   Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir.   Starta çalakiya greva birçîbûnê li Qada Vîeûx-Portê hate dayîn. Gelê Kurd û dostên wan daxwaz kirin ku tecrîda girankirî ya ku bi salane li ser Ocalan tê kirin û bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî xwestin.   Çalakiya greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapmeniyê destpê kir. Di tevahiya çalakiyê de tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê bi sînevîzyonên û muzîkên amadekirî piştgirî dan çalakiyê.   Çalakiya ku Başûrê Fransa digire nava xwe ji bajarên Toûloûse, Lyon, Margnane, Montpellîer, Dragûîgane û Marsîlyayê Kurdistanî û dostên wan tevlî dibin. Çalakî bi 42 kesan destpê kir.   Li qada çalakiyê li gel posterên Ocalan pankartên  bi zimanê Fransî ku “ Ji Ocalan re azadî” tîne ziman hatin daliqandin. Çalakiya greva birçîbûnê wê roja Çarşemê saet 19:00’an bi mîtîngekê bi dawî bibe.