Li Stenbolê mirina jinekê ya bi gûman 2018-04-24 11:23:21   STENBOL - Li Bahçelîevlera Stenbolê jina bi navê Îmran Kandemîr, li mala polîsê bi navê Burak T. ku jê veqetiyabû kuşît hat dîtin.   Li Bahçelîevlera Stenbolê jina bi navê Îmran Kandemîr, li mala polîsê bi navê Burak T. ku jê veqetiyabû kuşît hat dîtin. Burak T. îdia kir ku  Îmran a mamosteya dersa îngîlîzî ye întîhar kiriye.  Pişît ku bûyer hat bihîstin cenazeyê Îmranê rakirin Morga Tipa Edlî û Burak T. jî hat binçavkirin.  Burak T. Piştî ku îfadeya wî li emniyetê hat girtin sewkî dadgehê hat kirin û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.   Bavê îmranê got ku keça wî serkeftî bû ji bo ku li Îtalyayê mamostetiyê bike ew ketibû ezmûnê û di ezmûnê de bi ser ketibû.  Herwiha bavê Îrmranê diyar kir ku keça wî amadekariya biçe dervê welêt dikr û ji bo ku biçe li polonyayê jî perwerdeya bilind bibîne ew ê biçûna dervê welêt û keça min ne keseke întîhar bike bû.  Herwiha hevalên Îmranê jî gotin ku dixwazin bi hinceta Îmran întîhar kiriye ser bûyerê bigirin.