Ji Satanîk heta Şukriyeyê çîroka komkujiyê 2018-04-24 09:33:10   Evrîm Kepenek   STENBOL - Satanîk Aleksîs diyar dike ku pê li hevalên xwe yên miribûn dikir û wisa ji bîrê derketiye û malbata ew mezin kiriye jî navê wê kirine Satanîk. Ev gotin aydê neviya neviya Satanîk Aleksîs, Siyavuş e. Tevî di ser qirkirinê re 103 sal derbas bûye jî hîna komkujî Hebûna  xwe diparêze.   “Ez dı 1915 de ne jiya me. Ez tiştên kesên ku ew jiyane vedibêjim. Pîra pîra min vedigot.  Digot dayika wê di bin aşûtê de maye, meta wê întîxar kiriye.  Digot  ‘min pê li hevalên xwe kiriye û ez ji birê derketime, malbata ez girtim jî navê min kirin Satanîk.’  Ev gotin aydê neviya neviya Satanîk Aleksîs ya ji qirkirina Ermeniyan sax xilas bûye, Siyavuş e.   Siyavuş diyar kir ku wan Satanîk di 96 saliya wê de winda kirine û sala 1915’an wek çîrok ji wê re vedigot.  Siyavuş daxuyakirin ku wê dema pîra xwe gûhdar dikir êş dikşand û her mezin bûye fêm kiriye ku ev ne çîrokin.  Siyavuş wiha got: “Li gundê Maltepe ya Dîvrîg ya Sêwasê di salên 1910’an de ji bo zarokan dibistan, ji bo zarokên jîr piyano hebû. Wê demê li wê gundî du dibistan hebûn. Zarokan hem ErmenÎ hem Kurdî hem Tirkî dizanibû.  Li Piyanoyê didan.  Îro li wî gundî dibistan jî tune.” Siyavuş destnîşan kir k udi 1915’an de ewil mêr ji gund hatine derxistin û piştre jî dayika Satanîk ducanî derkeve rê lê di bin aşûtê de dimîne û jiyana xwe ji dest dide.   Meta wê rastî îstîsmara zayendî tê   Siyavuş bi lêv kir ku Satanîk bi meta xwe re di rê de berdewam dike û wiha got: “Li Sêwasê li malekê bi cih dibin û Satanîk dibîne ku her şev meta wê ji odeyê digirin û her cara tê digrî. Satanîk sibehekê li axur meta xwe darvekirî dibîne. Piştre jî hîn dibe ku meta wê her şev rastî êrîşa îstîsmara zayendî hatiye.”   Siyavuş anî ziman m ku Satanîk ji aliyê malbatek dewlemend a Meletiyê ve tê girtin û navê wê wek Şukriye diguherin û wiha pê de çû: “Pîra min dema ev digot qet nedigirya. Tenê ji bo em bizanin vedigot. Çawa dibihîze bavê wê dijî diçe Stenbolê û bavê xwe dibîne. Piştre jî bi kalê min re ku ji gund nas dikir re zewicî.”   Siyavuş di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew hemû gelên vê erdnîgariyê ne û got ew ji bîlî lêborînê ji dewletê tu tiştî naxwazin û got xwîn tu car bi xwînê nayê şûştin.