Li Dêrikê sûka jinê ya bi navê Pepole vebû 2018-04-23 15:58:35   DÊRIK - Sûka jinê ya bi navê Pepole ji aliyê Komiteya Aborî ya Kongreya Star ve bi kêfxweşiyek mezin hat vekirin. Armanca vekirina sûkê ji bo pêşketina aborî ye.   Sûka Pepole ku ev demek dirêj e ji aliyê Komiteya Aborî ya Kongreya Star ve amadekariya wê tê kirin bi kêfxweşî û kelecanek mezin hat vekirin. Bi minasebeta vekirina Sûka jinê ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Herêma Cizîrê ve Welîde Botî û berdevka Komiteya Aboriya Bajarê Derîkê Miyaser Farûk ve  hat kirin. Welîde Botî wiha dest bi axaftina xwe kir:"Em bazara aboriya jinê em li hemû jinan pîroz dikin. Em li hemû berxwedêrên azadiyê pîroz dikim. Ew siyaseta çewisandina ku li ser jinan dihat kirin û jinan ji kedê qut dikir ew niha têk çûne û jina li her qadên civakê cihên xwe digirin."   Piştre Koma Cudî ya Muzîkê derket ser dikê û stran got. Jin gelek bi coş bûn. Her wiha di vekirinê de şêranî hat belavkirin.    Her wiha dê di sûkê de şêranî, cil, berg, pêlav bên firotin.