Feleknas: Dem dema yekîtî û mekanîzmayê ye 2018-04-23 09:21:13   Rojda Aydin   AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca derbarê hevdîtinên bi Başûrê Kurdistanê re kiribûn nirxand. Feleknas Uca anî ziman ku di hevdîtinên hatine kirin de peyama heta niha ji yekîtiyê re dereng mane û ji bo yekîtiya xwe ava bikin got ku wê êdî di nava têkiliyan de bin.   Ji bo ava kirina mekanîzmek hevpar a yekîtiya kurd Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), heyetek şand Başûrê Kurdistanê û bi partiyên kurd re hevdîtin pêk anî. Heyeta ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier û endamên MYK’ê Zeynep Boga bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi nûnerên Rêvebiriya Herema Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Heyeta çû Silêmanî jî û bi nûnerên Tevgera Goran ên YNK’ê û bi hemû parityên siyasî yên din ên li başûr re hevdîtin pêk anî.   Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca derbarê hevdîtinên bi Başûrê Kurdistanê re kiribûn de nirxandin kir. Feleknasê di destpêka axaftina xwe de got ku piştî Kongreya wan a 3’yemîn hevdîtina xwe ya yekem li Başûrê Kurdistanê çêkirine û wiha got: “Dema em çûn bi partiyên başûrê Kurdistanê re hevdîtin hat çêkirin. Mijara yêkitî û naskirina yekitiyê me li wê anî rojevê. Ji ber ku di dema pişt kongreyê de pêdivî bi kongreyeke neteweyî û tifaqekê heye. Ev kongre xeyala gelê krud e. Ev pêdivî bi taybetî piştî rewşa ku li Efrîn û Kerkûkê derket holê bêhtir xwe ferz dike. Ger em îro nebin yek, em tifaqekê xwe ava nekin wê de mê ne pwist e ku em bibêjin kongreyek neteweyî divê. Ji ber vê jî ev çûyîn  di demeke gelek girîng de jî hate kirin. Ez hêvîdar im ku ev encamên ku me di van hevdîtinan de girt wê berdewam jî bikin. Ji ber ku daxwazî jî hatin û ji me re gotin ‘em naxwazin ev hevdîtin bi carekê re biqede. Em ê jî bi hevdîtinê xwe mekanîzmekê  bidin ava kirin ku ji bo ev xebat û têkilî bêhtir bi hêz bibe.”   ‘Ev çûyîna me ne tenê çûyînek û vegereke’   Feleknasê di berdewama axaftina xwe de got ku wan li Başûrê Kurdistanê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi nûnerên Rêvebiriya Herema Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne. Feleknasê anî ziman ku sedema hevdîtina wan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, kêmasiya xebatên hevpar bû, li ser van mijaran nîqaş kirine û wiha pê de çû: “Dema em çûn em rastî nêzîkatiyeke germ hatin. Li Hewlêr û Silimaniyê hemû  partiyan yek peyam dan. Peyama wan ‘pêwîste ev tifaq çêbibe û yêkîtî bê ava kirin bû.  Em ji yekitiya neteweyî re dereng jî mane’ bû.  Di 2012’an ve hewldanên civînên yêkîtiya Kurditanê hatin kirin.  Di berxwedana Kobanê de me dît ku yekîtiya gelê kurd hat avakirin. Me di Şengalê de jî ev dît. Îro li Efrînê li dijî destkefityên gelê kurd êrîş gelek berfireh bûne. Çiqas destkeftiyên gelê kurd zêde dibin ew qasî êrîş li ser destkeftiyên gelê kurd tên kirin. Ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd îro careke din erîş tên kirin. Ji ber vê yekê jî me di van hevdîtinan de femkir ku  pêwîstiya gelê kurd bi tifaqekê heye. Ez dikarim bibêjim ku ev destpêkek bû. Ev çûyîna me ne tenê çûyînek û vegerek e.”   ‘Dîrok îro seknekê ji me dixwaze û divê em jî bibin bersivek’   Feleknasê di dirêjiya axaftina xwe de got ku wê mekanîzmekê ava bikin, ji xwe rewşa Kerkûk û referandûmê li ber çavane, di nava gel de şikestinek çê bûye û wiha bi lêv kir: “Ev mekanîzma wê bê avakirin û wê ev hewldan berdewam bikin. Ez di wê baweriyê de me ku herkesî xwe tê de dît. Gelê kurd kesên li dijî destkeftiyên gelê kurde dîtin. Dîrok îro seknekê ji me dixwaze û divê em jî bibin bersivek. Ev bersiv jî divê ne ji bo berjewendiyên partiyên siyasî be. Divê em ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd tev bigerin. Ji ber ku îro dîrok ji me vê dixwaze û divê em jî bibin bersivek. Em wek pêşeng vê demê pêwîste nîqaşên û pirsgirêkên xwe bidin kêlekê û ji bo kongreya Kurdistanê, ji bo ku mekanîzmek bê avakirin hewl bidin. Îro tahlikeyek li ser navendên bajarê Kurdistanê heye. Piştî Sûr, Cizîr, Kerkûk, Şengal û Efrînê tehdît li hemberÎ destkeftiyên gelê kurd berdewam dike. Bi dagirkirina  Başûrê Kurdistanê re operasyonên berfirehtir bûn û divê li dijî van operasyonan bertekên gelê krud zêdetir bibin û pêşiyê li vê bigirin. Ji ber vê yekê jî ger em ji vê dîrokê re nebin bersivek, ewê dîrok û gelê kurd ji me hesap bipirse.”   ‘Divê ji bo berjewendiyên gelê kurd em bibin yek’   Feleknasê di berdewamiya axafitna xwe de bal kişand ser  xebatên kongreya navneteweyî û got ku wan li bakûrê Kurdistanê Platforma Jinên Kurd avakirine û di vê platformê de rêvebiriyek ava kirine û wiha pê de çû: “Bi vê rêveberiyê em xebatên xwe dimeşînin. Wê çûyîn û hatinên me li Başûrê Kurdistanê zêde bibe.  Em ê têkiliya xwe bi hemû partiyên siyasî re berfirehtir bikin. Ji bo ku ev pirsgirêka herî mezin bê çareserkirin. Ji 2012’an vir de hewldanên me hene û j vê rojê şûnde jî wê hebin. Divê ji bo berjewendiyên gelê kurd em bibin yek. Ji bo ev şer bi dawî bibe, ji bo erdnîgariya Kurdistanê xirab nebe pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Ez bawer dikim ku ev sedsal sedsala gelê kurd e û wê bibe sedsala gelê kurd jî.”   ‘Îro jinên êzîdî hêza xwe yên  leşkerî avakirine’   Feleknasê di dawiya axaftina xwe de got ku jinên êzîdî yên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin  hineke ji wan hatine rizgarkriin û hîn nêzî 2 hezar 500 jin di destê DAÎŞ’ê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew jinên êzdiî ku hatin revandi li gelek başarên cuda hatine belav kirin. Bûyerên hatin serê jinên Şengalê îro jinên Efrînê bi van bûyeran re rûbirû ne. Zihniyeta ku li Şengalê hebû Îro piştî îşgalkirina Efrînê dîsa derkete  holê. Me ji bo rizgarkirina jinên êzîdî gelek xebat dan meşandin û me gelek konferans li dar xistin li qada navneteweyî ji bo rizgarkirin jinên Şengalê. Em ber bi  3’yê Tebaxê roja Salvegera Komkujiya Şengalê ve diçin. Ji bo ku Şengaleke duyemîn neyê jiyanîn divê em bêdeng nemînin.”