'Ji bo vegerîna Efrînê têkoşîn didome' 2018-04-23 09:06:52   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Piştî ku hêza dewleta tirk û OSO'yê êrîşî herêma Efrînê kir, gel ji mal û warê xwe koçberî Kantona Şehbayê bûn ji bo ku gel bi cih bibe kampek bi navê "Kampa Berxwedanê"li navçeya Fafînê hat vekirin, lê ji ber hejmara gel zêde bû kampek din a penaberan a bi navê "Kampa Serdemê" hat vekirin. Jinên Kampa Serdemê anîn ziman ku gelê Efrînê serî netewandine, hêviya xwe winda nekirine û ji bo vegerin Efrînê têkoşîna wan didome.    Ji bo gelê Efrînê ku ji ber topebarana dewleta tirk û OSO'yê derbasî Kantona Şehbayê bûbûn "Kampa Berxwedanê" hatibû avakirin. Niha jî ji ber hejmara koçberan pir in kampek nû ya bi navê "Kampa Serdemê" li gundê Tillsûna navçeya Fafînê hat vekirin. Heta niha 300 çadir hat vekirin û 200 malbat lê bi cih bûne. Jinên li kampê dimînin anîn ziman ku ji bo rûmeta xwe ew ê serî li dijî hemû zextan hildin.    Di derbarê vê mijarê de koçbera bi navê Nifiyen Muhemed axivî û anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta tirk û OSO'yê ew mecbûr man ku malên xwe terk bikin û gelek pêdivêyên wan ên jiyanî hene û Nifiyenê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin.    Xatun Muhemed Hesen jî wiha got:"Piştî ku em ji malê xwe koçber bûn jiyana me gelek bi zor û û zemetî derbas dibe, ji ber kêmderfetiyan û kêmbûna îlacan gelek nexweşî di nav gel de belav bûye. Gelek pêdiviyên zarokan jî hene. Lê li dijî van dijwariyan em hewl didin û têdikoşin ku serî netewînin."   Emîne Sîdo jî bi bîr xist ku berî êrîşên li ser Efrînê Kurd, Ereb, Tirkmen bi hev re di nav aramiyê de dijîn û got:"Ew dibêjin qey dê bi êrîşên hovane me teslîm bigirin lê ew nikarin vîna me teslîm bigirin. Bila ew baş bizanibin ku em ê dîsa vegerin ser axa xwe."   Her wiha Endama Rêveberiya Kampa Serdemê Hêvin Reşîd jî wiha got:"Gelê Efrînê mecbûr man ku koçî Kantona Şehbayê bikin. Şehba wekî erdnîgarî cihekî biçûk e. Lê gelê Şehbayê û Efrînê dest dan hev û têdikoşin. Hêviya gel winda nebûye. Ew ê rojekê vegerin ser axa xwe."