Li Amedê çalakiya Roja Rojnamegeriya Kurdî hat lidarxistin 2018-04-22 20:28:55   AMED - Li Amedê Rojnamger bi boneya çalakiya Rojnamgeriya  Kurd  hatin ba hev.    Platforma Rojnamegerên Kurd ên Mezopotamyayê û Însiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo pîrozkirina 120’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurd li Pale Hunerê çalakî li dar xistin. Çalakiya ku gelek rojnameger beşdar  bûn bi panela ku mijarên Dîroka Rojnamegeriya Kurd û Rojnamgeriya Jina Kurd hat nîqaşkirin dest pê kir. Di panelê de di destpêkê de Rojnameger Mehmet Ali Ertaş axivî. Mehmet Ali destpêka rojnamegeriya kurd û pêvajoya wê ya dîrokî rave kir.    Têkoşîna rojnamegerên Kurd didome   Munevver Karademir jî derbarê Rojnamegeriya Jinê axivî. Munevverê  anî ziman ku rojnamgerên jin di pevajoyên dijwar de her dem têkoşiyane û dev ji têkoşîna xwe bernedane. Her wiha Munevverê anî ziman ku her dem jin hatiye xwestin ku di malê de bên hepskirin lê jinên Kurd her dem têkoşiyan û bedelên giran dan. Munevverê got ku gelek rojnamegerên jin û Kurd ji ber têkoşîna xwe jiyana xwe ji dest dane mînakên wan jî wekî Nûjiyan Erhan, Evîn Buldan, Deniz Firat in.     Gelek rojnameger hatin qetilkirin   Rojnamger Zeynel Bulut jî bi pîrozkirina Rojnamegeriya Kurd dest bi axaftina xwe kir. Zeynel da zanîn ku di tevgera Kurd de rol û risteya rojnamegeriya kurd gelekî girîng e û got rojnamegerên Kurd dengê civaka Kurd e û rojnameger jî têdikoşe ku vî dengî bigihêjine her derê. Her wiha Zeynel bi lêv kir ku gelek rojnameger xistin girtîgehê û gelek rojnamger jî hatin qetilkirin.    Piştî axaftinan çalakî bi sinevizyonê û bi xwendina helbestê û bi muzîkê dewam kir.