PADÊ vîn û îradeya gelê êzidî ye 2018-04-22 17:00:43   ŞENGAL - Gelê Êzidî bi kêfxweşiyake mezin dide diyarkirin vê carê ew ê bi îradeya xwe werin hilbijartin.  Jin, ciwan, zarok, kal û pîr her kas bi hêviya ku partiya azadî û demokrasiyê ya êzidxanê PADÊ wê bi ser bikeve.    Gelê Êzidî bi kêfxweşiyake mezin dide diyarkirin vê carê ew ê bi îradeya xwe werin hilbijartin.  Jin, ciwan, zarok, kal û pîr her kas bi hêviya ku partiya azadî û demokrasiyê ya êzidxanê PADÊ wê bi ser bikeve. Hêviya gelê Êzidî partiya wan PADÊ ye.   'Em ê dengê xwe bidin xwe'    Keça ciwan ya bi Navê Heyam Derwêş dide diyarkirin her kêsê êzidî ku fermana 3'yê Tebaxa 2014'an tê bîra wan pêwîste dengê xwe bidin îradeya xwe û axaftina xwe wiha berdewam kir:  " Hêviya min heye weke keçeke êzidî ku PADÊ bi ser bikeve. Ya ku karibe mafê gelê êzidî di dewlata Îraqê de biparêze PADÊ ye. Beriya niha gelek kes dihatin hilbijartin û bi ser diketin lê tû tişt ji gelê êzidî re nekirin. Ev care yakê ye ku gelê êzidî partiyeke xwe ya siyasî dide avakirin û ev partiya me wê têkeve hilbijartinê. Me gelê êzidî bi hêza xwe û bi raya xwe ev  partî derxistiya pêş û em ê gelê êzidî jî bi kêfxweşî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin PADÊ"   Heyam Derwêş di berdewamiya axaftinên xwede wihe dibêje " Em weke gelê êzidî pêwîst e li îradeya xwe xwedî derbikevin. Heya roja me ya îro jî me dît ku kes tiştekî ji mere nake, pêwîst e em bi xwe xwe bi rêve bibin ji bo em careke din di fermanan re derbas nebin. Gelê me wê bi her ewayî bi kêfxweşiyake herî mezin dengê xwe bide îredeya xwe"   'Em ê bi îradeya xwe bi ser bikevin'   Di dawiya nirxandinên xwede Heyam Derwêş wihe bangawazi li gel û jînên ezîdî kir: " Herkesê êzidî pêwîst e dengê xwe bide vîna xwe PADÊ. Me di fermanê de dît ku kes li me nebu xwedî ne di aliyê sîyasî de ne jî di aliyê leşkerî de.  Ji bilî fikra Rêber Apo û şervanên me. Vê carê em ê bi îradeya xwe bi ser bikevin"