Wê di hilbijartinên li Iraqê de 179 jinên kurd ji bo parlamenteriyê bikevin pêşbirkê 2018-04-22 14:12:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo parlamenteriya parlamentoya Iraqê ku wê di 12'ê Gulanê de bê kirin, wê 146 jinên kurd bikevin pêşbirkê. Giştî li Iraqê 179 jin di lîsteyên kurd de namzet in.   Li Iraq û Herêma Kurdistanê wê di 12'ê Gulanê de hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk were. Bi giştî 88 partî û koalîsyon wê tevli bibin. 6 hezar û 904 kes namzet in, 4 hezar û 850 jê mêr in û yên din jî jinin. Wê bi hev re ji bo 329 kursiyan bikevin pêşbaziyê. Bi giştî mafê 24 milyon kesî yê dengdayînê heye. Her wiha 52 hezar navendên dengdanê li seranserî Iraqê hene.   Li Herêma Kurdistanê jî mafê dengdayînê yê 3 milyon û 144 hezar û 730 kesî heye. Li Herêma Kurdistanê 19 partî, 4 koalîsyon û 2 kes serbixwe diçin hilbijartinê. Bi giştî li Herêma Kurdistanê 503 namzet hene. Ji vane 357 mêrin û 146 jinin. Ji bo Herêma Kurdistanê 46 kursiyên parlamentoya Iraqê hatine veqetandin. Ji bo bajarê Hewlêrê 16 kursî, ji bo Silêmaniyê 18 kursî û ji bo Dihokê 12 kursî hen.   Rêjeya namzetên jin di nava partiyan de wiha ye:   *Namzetên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Dihokê, Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Nînewa 146 in û tenê 32 jê jinin. Ango bi rêjeya ji sedê 24.66 ji bo jinan hatiye veqetandin. Bi giştî li Iraqê 179 jin li ser listeyên kurd namzetin.   *Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê 62 namzetên wê hene û ji van tenê jê 14 jin in. Rêjaya namzetên jin ji sedê 22. 58 e.   *Tevgera Goran li Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê 39 namzetên wê hene, ji van 10 namzet jinin. Rêjeya jinan ji sedê 25.64 e.   *Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê 12 namzetên wê hene. Ji wan tenê 4 jin in. Rêjeya jinan ji sedê 30.78 e.   *Her wiha lîsteya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Mûsil û Diyale 94 namzet destnîşan kiriye. Ji van 20 jin in û rêjeya jinan ji sedê 21. 27 e.   *Her sê aliyên siyasî, Tevgera Goran Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadpweriyê bi yek lîsteyê tevli hilbijartinên Iraqê dibe. Hejmara namzetê wan 123 ye, ji van 32 nazmet jin in û rêjeya jinan dike ji sedê 26. 02 ye.   *Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê li çar bajaran 42 namzetên wê hene û 14 jê jin in. Rêjaya jinan ji sedê 33.33 ye.   *Hizba Komnîst (Hizba Şîu) li bajarê Silêmanî, Kerkûk, Diyale û Mûsilê 15 namzet destnîşan kiriye. Li silêmaniyê 5 namzet in û piraniya wan jin in, Li Kerkûkê 8 namzetin û van  3 jini n. Yekemîn partiye herî zêde girîngî daye bi ked û têkoşîna jinan jî ev partiye. Rêjeya jinan ji sedê 33.33. ye.    *Hizba Soslayîsta Kurdistanê 29 namzetên wê hene û 9 jê jin in. Tenê li bajarekî seroka lîsteyê jin e. Ew jî li Silêmaniyê ye.   *Lîsteya Nişfê Nû ku ji Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Eniya Demokrasiya Gel û Nifşê Nû pêk tê ji 124 nazmetan pêk tê. Ji van 37 namzet jin in. Serokê ti lîsteyan jin nîne. Rêjeya jinan ji sedê 29. 84 e.   *Di lîsteyên ku hatine destnîşan kirin de, hejara jinan a ku serokên lîsteyê ne kêm e. Hinek partî hene ku jin kirine serokên lîstaeyan.