Li Nisêbînê TOKÎ teslîmê polîsan hat kirin 2018-04-22 09:07:50   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser her der hat talankirin û niha jî li her derê TOKÎ tên çêkirin. Li 6 taxên ku TOKÎ hatin çêkirin , li şûna abîdeya Newrozê ya hat hilweşandin jî dest bi amadekariya kuleya saetê hat kirin.    Li Nisêbîna Mêrdînê di navbera salên 2015-2016’an de berxwedana rêveberiyên xweser hat jiyîn û piştî pevçûnan hilweşîn hat destpêkirin. 6 taxên pevçûn lê hatin jiyîn hatin tunekirin û li 4 taxan sala bingehê  TOKÎ hatibû danîn, li du taxên din jî hefteya borî li du taxên din bingeh hat danîn. Li 4 taxan niha derdora TOKÎ’yan tê çêkirin û hat hînbûn ku her çar aliyê avahiya bi kamerayan hatiye dorpêçkirin.   Beriya malbatan qerekol û kamera    TOKÎ’yên di 2017’an de li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa hatin destpêkirin hîna temam nebûne. Tê payîn ku di meha gulanê de bên teslîmkirin û niha derdora avahiyan tên çêkirin. Bi sedan malbatî jî hîna ji bo avahiyan îmze nevêtine. Avahiyên yek reng, yek tîp hatine çêkirin têde dibistan, mizgeft jî heye. Her wiha hîna av û ceyran nehatiye avahiyan, lê ji niha de dora wan girtine. Li dora avahiya mobese hatine bicihkirin û li qadê 3 qerekol jî hene.    Zeynel Abîdîn tê talankirin    Li taxên Zeynelabîdîn û Kişla jî di hefteyên borî de bingehê TOKÎ hat avêtin. Di hefteyekê de cenazeyek, muhîmat û alavên xaniyan ji taxê hatin derxistin. Tê plankirin ku li taxa nêzî sînor e 2 hezar avahî bên çêkirin. Li gorî welatiyan hîna wê gelek cenaze û muhîmat ji taxê bê derxistin.   Dîsa hat hînbûn ku malbatên TOKÎ qebûlkirine û pereyê kirêya wan tê dayîn jî wê ji xaniyên ku li wan dijîn bê derxistin. Malbat dema xaniyan teslîm bigirin wê ji ber lêçûna avahî û erseyên xaniyên xwe bi deyn bikevin xaniyên xwe.