'Jinan li Efrînê ji berxwedanê re pêşengtî kir' 2018-04-22 09:01:23   ŞEHBA - Li Kantona Efrînê di hemû sazîyên rêveberîya xweser de yên ku herî rola sereke lîstin û kedek mezin dan bê guman jin bûn. Jinên ku bi îrade û biryardarî ji bo civakê xizmet kirin, di alîyê sîyasî, civakî, birdozî û leşkerî de jî bi berpirsiyarî tevgeriyan.   Li Efrînê di berxwedana ku hat dayîn de di hemû waran de herî zêde jin li pêş bûn. Jinên ku li Eniya şer mil bi mil di nava YPG/YPJ'ê de li ber xwe dan, ji aliyekî ve ji li Şaredariya Gel a li Efrînê di hemû aliyên jiyanê de bi gel re mil bi mil li ber xwe dan û  bûn alîkar. Lê li gel vê hemû berxwedanê jî dîsa kesên ku ji şer zerara herî mezin dîtin jinên Efrînê bûn ku îro niha koçber bûne û li Kampa Berxedanê ya li Şahbayê hatine bicihkirin. Jinên Şaredariya gel ku li Efrînê gel bi tenê nehiştin, piştî ku gelê Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçber bû, niha li Şahbayê li Kampa Berxwedanê di xizmeta gel de ne.    Endama  Rêveberîya Şaredariya gel Nurşan Hisên ya ku li Kampa Berxwedanê ji bo gel xebatên xwe berdewam dike ji ajansa me re axivî û waha behsa giringiya kar û xebatên ku jin di şaredarîyê de dikin kir:"Şaredarî ji bo xizmeta civakê ne. Li vê şaredariyê herî zêde jin dixebitin û dixwazin ku ji daxwazên gel re bibin bersîv.    'Jin bi ked û zanebûna xwe bû îrade'   Nurşan di berdewamiya axavtina xwe de  diyar kir ku jinan li Efrînê di qada civakî de roleke mezin girt ser milên xwe û wiha pêde çû: "Jinan li gorî perwerdeya ku ji bo wan hat dayîn û li ser rêgezên azadîyê xizmet dan meşandin. Di nav rêveberîya xweser de di her qadê de jinê rolekê mezin lîst û bi ked û zanebûna xwe bû îrade."   Jin jiyan e jiyan jin e!   Nurşan di dirêjiya  axavtina xwede bal kişand ser têkiliya jinê ya bi jiyanê re û wiha got: "Jin û jiyan du tegehên ku bê hev nabin û hev temam dikin.Ya ku ji ax û mirovahîyê re herî zêde xizmetê dike jî jine. Ji liyê birdozî,sîyasî,civakî,leşkerî ango di hemû qadên jiyanê de jin li gor zanebûna ku hîn bûye civakê zane dike û pêwîstîyên wê bi cih tîne. Ez dikarim pir zelal bêjim ku jin di hemû qadên xebatê de li pêş bûn.Jina ku serî rakiriye wê çokan ne tewîne.Yên ku di bin navê îslama radiqalde axa me dagirkirin herî zêde jî armanca wan  dagirkirina pergala jinê bû. Lê jinan çawa li Efrînê rola xwe lîstin, wê li Kantona Şehbayê jî heman xizmetê bi meşînin. Raste li vir şert,merç ûderfet kê min, lê belê hata dawîyê em ê xizmeta gelê xwe bikin."   'Azadî û demokrasî bi têkoşîna jinê pêkan e'   Nurşan, wiha dawî li axavtinê xwe anî:"Jiyana azad,demokrasiya rast wê bi rih û berxwedana jinê ji nû de zindî bibe. Ji Efrînê agahiyên di derbarê jinan de ku ji me re tên gelek bi êş in. Ew êş dihêlin ku hêrsa me zêdetir bibe û em bêhtir bi hestên serhildanê tevbigerin û li ber xwe bidin.  Çawa ku me li Efrînê li ber xwe da, li vir ji em ê bi heman hestan karê xwe bikin. Kantona Şehbayê ji ber çeteyên DAÎŞ'êa û El-Nûsra tirsekê mezin jiya bû. Pişti paqijkirina çeteyan û xebatên ji bo  jinên kurd li Şehbayê jin bûn xwedî îrade. Em ê weke jinên kurd heta dawîyê di her mijarêde bi jinên Şehbayê re bibin alikar. Wê jinên Efrînê û Şehbayê hemû planên qrêj bi xebatên xwe vala derbixin."