ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-22 09:00:00   *Li Kantona Efrînê di hemû sazîyên rêveberîya xweser de yên ku herî rola sereke lîstin û kedek mezin dan bê guman jin bûn. Jinên ku bi îrade û biryardarî ji bo civakê xizmet kirin, di alîyê sîyasî, civakî, birdozî û leşkerî de jî bi berpirsiyarî tevgeriyan.   *Jina bi navê Efîfe Gunduz ku ji eslê xwe ji gundê Girbiloka(Gördük köyü) ya navçeya Farqîna Amedê ye û hîn jî li gund dijî ji me re behsa jiyana berê û çanda berê kir. Efîfeyê anî ziman ku çanda berê her çiqasî zehmet be jî wateya çanda berê cuda ye. BI DÎMEN   *Ligel hatina demsala biharê gihayên ku li cihên herî bilind û paqij şîn bû. Jinên ku ji her gihayekê sûdê digirin, li derdora keleha Wanê giyayên herî bijûndar kom dikin. BI DÎMEN   *6’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dirûşmeya “Ji Xewn û Xeyalan Ber bi Azadiyê ve” wê di navbera 4-13’ê Gûlanê de bê lidarxistin. Lîstikvan Elvan Koçer anî ziman ku wê mihrîcana xwe li dijî hemû astengan li dar bixin. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser her der hat talankirin û niha jî li her derê TOKÎ tên çêkirin. Li 6 taxên ku TOKÎ hatin çêkirin , li şûna abîdeya Newrozê ya hat hilweşandin jî dest bi amadekariya kuleya saetê hat kirin.   *Nîlufer Açikalin ya bi pirtûka xwe ya nû ‘Huzun Supuren’ derket pêşberî xwendevanan got: “Ez dema dinivîsim xwe azad hîs dikim. Li dijî sansur û zextên li hemberî hunerê jî wê şano her tim hebe.” Lîstikvan Nîlufer Açikalin heta niha 10 pirtûk nivîsine.    *Seroka berê ya ANAP’ê û aborînas Nesrîn Nas, diyar kir ku tabloya aborî nîşan dide ku AKP heta 2019’an nikare berdewam bike û got ji bo hilbijêrên kurd ji sindoqan dur bigire wê serî li gelek riyan bide û got: “Divê muxalefet bi hev re bixebite û modelek namzetên hevpar dayne holê. Wisa derkevin wê her tiştî serobino bikin.” BI DÎMEN