Dayikên Şemiyê: Berpirsiyarê zarokên me li ku ne? 2018-04-21 16:32:19   STENBOL - Dayikên Şemiyê bi wesîleya roja 23’ê Nîsanê Cejna Zarokan  li aqûbeta zarokên winda pirsîn û gotin: “Em şahidiya kuştina zarokan ku em dibêjin bila bibin siberoja me dikin.” Dayikan li aqûbeta Ilyas Dîrîl ê 12 salî û Zekî Dîrîl ê 16 salî ku di 1994’an de di bin çavan de winda bûn, pirs kir.     Dayikê Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer bên darizandin di hefteya 682’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xistin. Wek her hefteyê pankart hat raxistin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de bi minasebeta roja “23’ê Nîsanê Cejna Zarokan” li aqûbeta zarokên di binçavan de hatin windakirin pirsîn.    Dayikan bi wesîleya rojê li aqûbeta Ilyas Dîrîl ê 12 salî û Zekî Dîrîl ê 16 salî ku di 1994’an ji Senbolê diçûn cem malbata xwe ya li Şirnexê û di kontrola rê de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.    'Em dixwazin ku bila kujer bên darizandin'   Di çalakiyê de wil kurê Abdullah Canan Tayîp Canan ê di 1996’an de bavê wî li Geverê di binçavan de hat windakirin axivî û behsa çîroka windabûna bavê xwe kir û got: “Em dixwazin ku bila kujer bên darizandin.”    'Em di welatekî zarok tên kuştin de dijîn'   Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî jî axivî û got: “23’ê Nîsanê wek roja Cejna Zarokan tê gotin, lê bele zarok vê cejnê nabînin. Di serî de zarok binpêkirina maf û hemû tiştî djîn. Em di welatekî zarok tên kuştin de dijîn. Dibêjin ‘zarok siberoja me ne’ lê bes em şahidiya kuştina zarokan dikin.”      Ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever li şûna malbat Îlyas ên li Şirnexê dijîn û ji ber nikaribûn tev li çalakiyê bibin axivî. Lemanê behsa bîranînek dayika Îlyas ên birayê hev Meryem Dîril û xwe kir û wiha got: “Ji roja ewil ve li cem malbata Dîrîl im. Ez her tim diçûm Şirnexê gel malbatê. Lê kesî behsa Ilyas û Zekî nedikir. Çunkî nedixwest behs bikin. Rojek ji bo biaxivin ez çûm. Li vir cara ewil dayikê behsa Ilyas û Zekî ji min re kir.  Cara ewil vîdeoyek bi min da temaşekirin. Ev vîdeo ya dawetêkê bû. Li mala dawet lê dihat kirin, wêneyê Ilyas û Zekî lê daliqandibû. Dayikê got ku hêj zarokên wê nehatine kuştin hêj li dawetê ne.”    Piştî Lemanê ji Mirovên Şemiyê Mukaddes Şamîloglu daxuyaniya vê hefteyê da û wiha got: “Zarokên tên kuştin ji bîr nekin. Em vê hefteyê beriya cejna 23’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Divê li şûna dewlet zarokan bikuje, mafê wan ên jiyankirinê biparêz e.    Em dixwazin zarok li vî welatî azad û rehet bijîn. Bila neyên kuştin. Bi wesîleya 23’ê Nîsanê di şexsê Ilyas Dîrîl ê 12 salî û Zekî Dîrîl ê 16 salî ku birayê hev in û di binçavan de hatin windakirin zarokên tên kuştin û windakirin ji bîr nekin.”    Şamîloglu di berdewamiya daxuyaniyê de behsa çîroka windabûna her du zarokan kir û lêgerîna edaletê ya malbatê vegot. Şamîloglu ji bo dozên hemû zarokan daxwaza edaletê kir û xwest kujer bên darizandin.    Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.