Li Başûrê Kurdistanê jinekê bedena xwe da ber agir 2018-04-21 11:11:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelarê ya Herêma Germiyanê jinek 24 salî û di heman demê de xwendekara zanîngehê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.    Hat hînbûn ku li Herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê jinek bi navê E.H.M û 24 salî û xwendekara pola dawî ya zanîngehê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Li gor axaftina ku nûnera Navenda Tekoşîna li Dijî Şîddeta li ser Jinê Lemia Mihemed, jina ciwan li mala xwe bedena xwe daye ber agir û jiyana xwe ji dest daye. Her wiha jina bi navê E.H.M di sala 1994'an ji dayik bûye û li pola 4'emîn a zanîngehê xwendekar bûye.    Lemia Mihemed da zanîn ku ew hîn nebûne ku ka ji bo çi jina ciwan bedena xwe daye ber agir.