Li Efrînê jinên 58 rojan berxwe dan vedibêjin 2018-04-21 09:09:14   Lîlav Elî-Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên 58 rojan tevî êrîş û komkujiyan Efrîn terk nekirin gotin: “Tişta ku jin bi Efrînê ve girêda û bû sedem ku têbikoşin, felsefe û îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Jinê di esasa vê îdeolojiyê de hemû hêz da hemberî xwe û berxwe da."   Gelê Efrînê 58 rojan tevî êrîş û komkujiyan axa xwe terk nekirin. TSK û komên girêdayê wê di 18’ê Adarê de hatin navenda bajêr û bi vê re gelê ku neçar ma koçî Kantona Şehbayê bikin û di Kampa Berxwedanê de bi cih bûn, biryar girtin ku têkoşîna xwe li vir bidomînin. Jinên li Kampa Berxwedanê bicih bûn, êrîş û berxwedana li Efrînê vegotin.   ‘Gelekî bê tirs li pêş xwe dîtin’   Şediye Necar ku yek ji şahida êrîşan e û di heman demê de parçeyek berxwedanê ye got: “Di 20’ê Çileyê de bi hezaran gelê Efrînê li dijî hêza herî mezin a duyemîn a NATO’yê berxwe da û têkoşînek mezin da. Jin, zarok, kal û pîran tevî bombe û topan  zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dan oxir kirin. Hêzên dagirker li pêş xwe gelekî bê tirs dîtin. Gel tu car nexwest ji Efrînê derkeve. Bi biryar bû ku berxwedanê li Efrînê bidomîne. Gel berxwedana xwe niha li kantona Şehbayê didomîne.   ‘Berxwedana me ji îdeolojiya me tê’   Rojîn Xelîl jî ya li Efrînê berxwe dide, daxuyakirin ku tevî hêza teknîkî ya Tirkiyeyê û komên girêdayê wê gel dest ji berxwedanê bernedaye û got: “Gel 58 rojan ber xwe da. Bi taybet jî berxwedana jinan ji felsefe û îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê. Jin li dijî wan berxweda. Li Kantona Şehbayê em rastî şertên zehmet hatin. Lê tevî van zor û zehmetiyan em berxwedana xwe didomînin.”   Gulê Muhamed a 78 salî jî yek ji jinên li dijî êrîşên li hemberî Efrînê berxwe daye û bertekên xwe wiha anî ziman: “Hêzên dagirker gelê me ji ser axa me da koçberkirin. Em axa xwe dixwazin. Li ser wan axan xwîna zarokên me heye. Me berxwedan ji îdeolojiya Abdullah Ocalan girt. Gel wê dest ji berxwedana xwe bernede.”