‘Pêşîgirtina sûc û dayina ceza tiştên cuda ne’ 2018-04-21 09:06:17   Şehrîban Aslan   AMED - Endama  PM’a DBP'ê Halîde Turkoglu  diyar kir ku divê pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî  demildest şûnde bê kişandin û got divê rêxistinên jinan têkoşîna xwe berfireh bikin.   Endama PM’a DBP'ê Halîde Turkoglu bertek nîşanî pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya AKP’ê amade kir û anî meclîsê da.   Halîdeyê destnîşan kir ku xesandina kîmyewî ji çareseriyê wêdetir, pergala cezakirinê ye û got pêşîgirtina sûc û dayina ceza tiştên cuda ne, ji bo pêşî li sûc bê girtin divê tedbîr bên girtin. Halîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên rastî îstîsmara zayendî tên divê qadên ku rehet xwe lê îfade bikin hebin. Divê navendên zarokan û navendên têkoşîna li dijî şîdeta zayendî bên avakirin. Tirkiye di alî Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de divê vê bike.”   ‘Pêşnûmeyeke ku îstîsmara zayendî ya di nava malbatê de vedişêre ye’   Halîdeyê bi lêv kir ku îstîsmara zayendî ya di nav malbatê de mijarek civakî ye û wiha pê de çû: “Di pêşnûmeya qanûnî de nabêjin îstîsmara zayendî ya nav malbatê.  Ev pêşnûmeyeke ku îstîsmara zayendî ya di nav malbatê de vedişêre ye. Bi KHK û OHAL’ê re jî hemû sazî û komeleyên jinan hatin girtin û stargehên şaredariyên DBP’ê vekiribûn jî hatin girtin. Girtina van saziyan jî mexdurên îstîsmarê tenê hişt. Ji ber vê divê jin têkoşîna xwe berfireh bikin.”