‘Derdê gel debar e yê wan jî hilbijartin e’ 2018-04-21 09:04:22   Gulîstan Azak   MELETÎ - Li Meletiyê welatiyan bertek nîşanî cara 7’emîn dirêjkirina OHAL’ê û biryara hilbijartina pêşwext dan û gotin: “Derdê gel debar e yê wan jî hilbijartin e. Gelo çi bû ku hûn tehemulê rojeke bê OHAL nakin?”   Di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de ji bo OHAL cara 7’emîn bê dirêjkirin hevdîtinên derbarê tezkereyê didomin û serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî yê MHP’ê jî  piştî zîrveya hilbijartinê ya nîv saetê diyar kirin ku wê hilbijartinê di 24’ê Hezîranê de  pêk bê. Piştî daxuyaniya hilbijartina  pêşwext şûnde OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin. Jinên Meletiyê hem hilbijartin û hem jî dirêjkirina OHAL’ê nirxandin.   Elîf Guneş diyar kir ku hilbijartinek nû li gel tê ferzkirin û got her tim  di bin bandora hilbijartinê de jiyan tê berdewamkirin û got: “Bi hilbijartina hatiye îlankirin re îradeya gel hatiye tunekirin. Kes gel nafikire.  Derdê me debar e yê wan jî hilbijartin e. Gel nikare dawiya mehê bîne, di nav deyn de mane. Ciwanên me yên xwendine jî betal in.”   ‘Dîsa hilbijartin dîsa OHAL’   Bahar Çakil  jî  got ew di 16’ê Nîsanê de jî ji bo reforma Destura Bingehîn  di bin OHAL’ê de çûne ser sindoqan û got: “Di bin OHAL’ê de hilbijartin li Tirkiyeyê tê ferzkirin. Di nav şerdên OHAL’ê de nikare hilbijartinek baş bê kirin. Tirkiye ev du sale bi OHAL û KHK’yan tê birêvebirin. Ji aliyê hikûmetê ve hemû muxalîf hedef tên girtin. Gelek xwendekarên zanîngehê hatin girtin. Ciwanên me di girtîgrhan de ne.  Divê hikûmet êdî dawî li OHAL û girtinan bîne.”   ‘Gelo çi bû hûn nikarin bê OHAL bijîn?’   Gul Taniş jî  diyar kir ku yên ku bûne desthilatdar her tim heman hevok ava kirine û ji ber vê jî baweriya me ya bi demokrasiyê nemaye. Gul bang li serokomar kir ku gelo çi bûye ku hûn tehemulê rojeke bê OHAL nakin.   ‘Bi OHAL’ê mirov nikarin beşdarî hilbijartinê bibin’   Zelal Taşkin jî ev tişt anî ziman: “Gelo rastiya di bin îlankirina hilbijartina pêşwext de çi ye? Em mereq dikin. Ger hikûmetek di vê mijarê de biryaran digire, wê demê li welat tiştekî ku di rê de naçe heye. Bila êdî dest ji xapandinê berdin.”   Selma Çoşer jî daxuyakirin ku hilbijartin rastî ezmûnên zanîngehê tên û ev jî wê stresa xwendekaran zêdetir bike û got: “Kes zarokan nafikir e. Ji xwe ji ber pergala perwerdeyê derûniya zarokan xera bûye.”