Ji KESK'ê li dijî îstismara zayendî banga hestiyariyê 2018-04-20 16:06:32   WAN - Platforma Şaxa Wanê anî ziman ku pêşnûmeya zagona îstismara zayendî, pêşî li îstismarê nagire û banga hestiyariyê li hemû civakê kir.    Platforma Şaxa Wanê ya Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê derbarê pêşnûmeya zagona ku ji bo pêşî li istismara zayendî bigire û çareseriyê jê bibîne, tê pêşxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna Çapemeniyê li Şaxa Wanê ya Egitim Senê hat çêkirin. Daxuyanî ji aliyê berdevka serdemê Seher Kadiroglu ve hat xwendin.    Ji bo cezayan sînor    Di destpêkê de Seherê anî ziman ku pêşnûmeya ku pêşkeşî Meclîsê hatiye kirin pêşî li istismarê nagire û cezayê bersûc tê sînorkirin.    Seherê bal kişand ser zewacên ku di zarokatî de tên kirin û got ji bo zarokên di navbera 12-15 gotina talûke ya wekî "bi xwesteka xwe" tê bikaranîn.   'Îstismara zayendî pirsgireka sîstemê ye'   Seherê anî ziman ku li "Li Fuara Zewacê" cilê şeva hineyê li zarokan tê kirin û zarok bi vî awayî tê îstismarkirin. Divê walîtî demildest pêşî li vê îstismarê bibire. Îstismara zayendî pirsgireka sîstemê ye.    Seherê herî dawî bang li hemû civakê kir ku li dijî istîsmara zayendî hestiyar tev bigerin.