Li wê ji bo Sûr û Heskîfê li 20 welatî çalakî bên lidarxistin 2018-04-20 13:20:49   AMED - Plaforma ji Hilweşîna Sûrê re na di çarçoveya "Roja çalakiyên ji bo Heskîf û Sûrê yên Cîhanê de" di yar kir ku wê bi awayekî hemwext di 28'ê Nîsanê de li 20 welatan çalakî bên l idarxistin û banga xwedîderketina li dîrokê kir.   Platforma ji Hilweşna Sûrê re na beriya çalakiyên ku wê di 28'ê Nîsanê de bi derbarê 28'ê Nîsanê " Roja Çalakiyên Gerdûnê yên ji bo Sûr û Heskîfê" de  li odeya Avahîsazan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de li ser navê DBP û CHP'ê jî tevlibûn hat kirin.  Hevberdevka Platforma ji Hilweşîna Sûrê re na Buşra Cîzrelîoglu ya ku daxuyanî xwend diyar kir ku her kes ji sala 2015'an ve şahidiyê ji hilweşandina çandê ya li Sûrê re dike û got ku wan têkoşîna xwe ji bo Sûr neyê hilweşandin dane destpêkirin.   'Bila her kes piştgiriyê bide'   Buşra diyar kir ku çalakiyên wan berdewam dikin û wiha got: "Em mecbûr man ku rêbaza çalakiyên xwe biguherin. Malbat niha dixwazin ku vegerin malên xwe û taxên xwe û em ê ji di vî çarçoveyê de çalakiyên xwe bikin. Herwiha Heskîf ji bo me dîrokeke ku ji cîhanê re bûye mal.  Lê ev bajarê dîrokî bi dînamîtan hat parçekirin. Em derbarê mijarê de balng li hemû kesî  û aliyên hestiyar ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin me."   Li 20 bajaran çalakî    Hevberdevkê Platforma ji Hilweşîna Sûrê re na Talat Çetînkaya jî wiha got:"Ji bo ku em daxwazên xwe bînin ziman em ê li 20 welatî  di 28'ê Nîsana 2018'an de bi awayekî hemwext çalakiyan li dar bixin. Her wiha em ê derbarê herdu bajaran de  li Sûrê saet di 12.00'an de daxuyaniyê bidin  û bi komên ku ji dervê bajêr bên re li Alîpaşa û Lalebeyê lêkolînê bikin û êvarê jî ji bo sûrê helbestan bidin xwendin û mûzkê pêşkêş bikin."