Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê 2018-04-20 12:49:39   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin cara 72'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş  Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 71 carin serlêdanên malbatan hatin redkirin.