ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-20 09:00:00   *Bi hatina demsala biharê re û şînbûna xwezayê re li Wanê berhemên dîrokî û xwezaya bêhempa derdikeve hole. Di her demsala havîn û biharê de navnîşana tûrîstan Girava Adirê ya di nav çar giravên Wanê yên serke de ye. Girava Adirê bi xwezaya xwe û berhemên xwe yên dîrokî her sal di demsala bihar û havînan de  eleqeyeke mezin dibîne û bi hezaran tûrîstan pêşwazî dike. DÎMEN HEYE   *Li taxa Selahattîn a navçeya Farqînê di nava avahiyeke dîrokî de jina bi navê Aysun Bozkurt kafeyek vekiriye . Aysunê got ku kafeteryaya ku vekiriye qadeke  alternatîfe û ji niha ve gelek bala jinan kişandiye. DÎMEN HEYE   *Nûçegihanên Kobanê salvegera 120'emîn roja Rojnemegeriya Kurdî li tevahî rojnemevanên Kurd û Bakurê Sûriyeyê  piroz kirin û gotin:" Em ê heya dawiyê li ser şopa heqîqet û rastiyê bin." DÎMEN HEYE   *Li navçeya Sûrê di 2017’an de Şeyhmus Îlhan, Rojbîn Îlhan qetil kir û îdianameya derbarê wî de temam bû. Di îdianameya ji yek rupelê pêk tê de, roportaja mêrê kujer a ku nûçegîhanên me desteser kir û sûc îtîraf kir, cih negirt.   *Li Şirnexê di demên dawî de nexweşiya SSPE dîsa tê dîtin û malbat ji bo zarokên di serê salên 2000’î de hatine dinê bi fikar in. Ji ber vê dermankirina hucreya kok dixwazin. DÎMEN HEYE   *Welatiyên li gundên Mêrdînê ketin tariyê, fatureyên ku roj bi roj tên zêdekirin nikarin razînin. Welatiyan da zanîn ku zema ji bo ceyranê tê kirin bi hinceta ‘ceyrana kaçax tê bikaranîn’ tê veşartin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan anî ziman ku hilbijartina pêşwext ji bo gel firsetek e û got:"AKP di şexsê gel de ji azmûnekê derbas bû lê bi ser neket. Ji niha şûnde tiştekî ku AKP bide Tirkiyeyê tuneye. Em li dijî yekperestiyê, wekheviyê, li dijî koletiyê azadiyê û li dijî faşîzmê berxwedanê diparêzin."