Rojnameger Semiha Şahin û Pinar Gayip hatin girtin 2018-04-20 08:27:11   STENBOL - Rojnameger Semiha Şahin û Pinar Gayip jî di nav de 4 kesên ku 7 roj berê li Stenbolê hatin binçavkirin, hatin girtin.    Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip, endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ferhat Pehlîvan û Gulsen Îmre ku di 13'ê Nîsanê de li Stenbolê hatin binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li dozgeriyê sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar hatin kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.