Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê dan 2018-04-19 12:25:43   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo  bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin, cara 748’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur  Erol, Îbrahîm Bîlmez û Fuat Coşacak ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ev bû 748 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin.