Hat xwestın ku Semîha Şahîn û Pinar Gayîp bên girtin 2018-04-19 12:21:02   STENBOL - Edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn, nûçegîhanê wê Pinar Gayîp, endamê SGDF'ê Ferhat Peylîvan û Gulsen Îmre ya ku li taxa Gaziyê hat binçavkriin piştî ku îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin bi daxwaza girtin sewkî dadgeriyê hatin kirin.   Berî bi 7 rojan li Stenbol û Îzmîrê bi ser gelek malan de hatibû girtin û di encama vê serdegirtinê de edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û  nûçegîhana wê Pinar Gayîp û Gulsen Îmre ya li taxa Gaziyê û Endamê SGDF'ê  Ferhat Pehlîvan piştî ku hatin binçavkirin li emniyetê îfadeya wan hat girtin û vê sibehê ew sewkî dozgeriyê kirin.   Dozgerî bêyî ku îfadeya Semîhaî, Pinar, Gulsen û Ferhat bigre bi îdaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza gitinê ew sewkî Dadgeriya Sulh Ceza ya Nobedar krin.