Li Efrînê jinek hat revandin 2018-04-19 10:13:26   EFRÎN-Li gundê Gemrokê yê Şerayê jina bi navê Cîhan Reşîd Muhammed hat revandin.   Piştî Tirkiye û komên bi wê girêdayî li navenda Efrînê bi cih bûn nûçeyên derbarê talan, revandin, êrîşa zayendî û talana li dijî can û malê gel de zêde bûn. Do li gundê Korkana yê navçeya Mabataya Efrînê cenazeyê jinekê ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin hat dîtin. Li gor agahiyên jêderkên herêmî îjar jî li gundê Gemrokê yê girêdayî Şerayê jina bi navê Cîhan Reşîd Muhammed hat revandin.     Li gor agahiyên jêderkên herêmî Cîhan Reşîd tê gotin ku ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) hatiye revandin lê nehat hînbûn ku jina hatiye revandin bi ku de birine.