Çêkirina wê sal û nîvekê berdewam kir, hilweşîna wê hefteyekê! 2018-04-19 09:05:30   MÊRDÎN - Ergun Baysal ku wek qeyûm tayînî şaredariya Nisêbînê bû ji bilî çêkirina rê tu xizmet neda gel û rêyên ku wek 'guherîna mezin' da nasîn jî, hildiweşin.   Piştî OHAL'ê bi KHK'yan ji bo 83 şaredariyên DBP'ê qeyûm hat tayînkirin. Di 11'ê Îlona 2016'an de yek ji 28 şaredariyên qeyûm lê hat tayînkirin şaredariya Nisêbînê bû. Qeymeqam Ergun Baysal wek qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm çawa hat tayînkirin hemû karker ji kar derxistin û ev salek û nîve yekane xizmeta wî ya ji bo gel hatiye kirin  riyên ku jê re gotin 'Guherîna mezin e'. Ji roja hatiye tayînkirin heta niha hemû rê xera kir û di nav axê de hişt, niha jî di riyên çêkiriye de derizandin çê dibe.   Navçe di nav ax û tozê de maye   Bajar di nava tozê de maye û ji bilî kolanên mezin kolanên din hemû xerabe ne. Piştî pevçûnên qedexeyên derketina derve şûnde taxên riya wan xera bûne hîna jî wisa ne û çalên wan bi baranê dibin golên ax û avê. Tevî  gazincên gel  riyên nayên çêkirin di çapemeniyê jî bi sernavên 'Li Nisêbînê veguherîna bi heybet' tên serwîskirin.   Riya nû hat çêkirin têk çû   Kolana Cumhuriyetê ya 4 caran hat xerakirin û çêkirin bi germahiya hewayê re dîsa dest bi xebatan hat kirin. Kolana ku hat gotin cara dawî û asfalta wê hat rakirin, ji ber toz û axê mirov nikarin derbas bin. Li aliyekî çêkirina rê didome û aliyê din jî riyên çêkirina wan temam bûye jî di hefteya duyemîn de xera bûn.  Hinek riyên li taxa Barişê ji ber wesayîtan têk çûn.