ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-19 09:00:00   *Aboriya ku di destpêk a dîrokê de di destên jinê de bû û jinê bi rêve dibir îro ji aliyê kapîtalîzmê ve tê birêvebirin. Ji ber ku aborî ji aliyê kapîtalîzmê ve hat birêvebirin civak jî her dem ji mafê xwe bêpar ma û birçî hat hiştin û xizanî gihaşt radeya herî mezin. Li hemberî aboriya kapîtalîstan niha aboriya komînal dikeve rojevê û vê yekê jî jin ava dike. JI PÊNÛSA JINAN   *Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê hat hînbûn ku jina girtî ya li dijî îşkenceya lêgerîna tazî berxwe daye, hatiye derbkirin û rastî îşkenceya zayendî hatiye. Girtî dixwazin heyetek serbixwe biçe girtîgeha ku binpêkirina mafan lê diqewime.   *Ergun Baysal ku wek qeyûm tayînî şaredariya Nisêbînê bû ji bilî çêkirina rê tu xizmet neda gel û rêyên ku wek 'guherîna mezin' da nasîn jî, hildiweşin.   *Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê a berê û parlamentera Wanê  Fîgen Yuksekdag de, bi hinceta tevlî şûna welatiyê ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin bûye doz hat vekirin. Fîgenê got: "Ew dixwazin peyamek wiha bide me 'Em hesabê kesên ku me kuştiye nadin lê hûn dema ku herin kesên ku hatine kuştin, hûn ê sûcdar bên îlankirin' ".   *Rabîa Çelîk Çadirci bi pirtûka xwe ya bi navê 'Gece Saçli Kirlangiçlar' zêdetir behsa xwe dike û di vê pirtûka xwe de kuştina jinan a ku  pergala serdest a mêr pêk tîne vedibêje.   *Jinên ku dixwazin qada îstîhdamê ava bikin û rastî gelek astengiyan tê, li aliyekî jî hewl didin ku ji bin krîza aborî derkevin. Esnafên jin diyar dikin ku têkiliya vê yekê bi şer re heye û gotin xizanî her diçe kûr dibe.   *Prof Dr. Beyza Ustun a li dijî Santrala Nuklera Akkuyu ku yekem santrala nuklerê ya Tirkiyeyê ye berxwedanê dimeşîne, diyar kir ku wê bi santralên nuklerê Tirkiye veguhere sergoyê radyoaktîfê. Beyzayê bi lêv kir ku wê gel li dijî santralên nuklerê têbikoşe.   *Jinan hişyar kirin ku  pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya hikûmetê pêşniyarî TBMM’ê kiriye, pêşî li îstîsmarê nagire, berovajî vê teşwîq dike û gotin divê demildest şûnde bê kişandin. BI DÎMEN