Rawî Abdullah: Divê hemû gelên cîhanê li dijî vê hovitiyê derkevin 2018-04-18 13:55:04   Lîlav Elî-Tolîn Muhemd   ŞEHBA - Jina bi navê Rawî Abdullah a ji gundê Um Huşê yê Şehbayê ye diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên kîmyewî êrîşî wan kiriye û got:"Ez gelekî di bin bandora çekên kimyewî de mam û hîn jî ji ber wê ez ne rehet im. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng nemînin û li dijî neheqiyan berteka xwe nîşan bidin û peywira xwe bi cih bînin."   Jina bi navê Rawî Abdullah (40) a ji gundê Um Huşê yê Şehbayê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi çekên kîmyewî êrîşî wan kiriye û got:"Ji ber çekên kimyewî yê çeteyên DAÎŞ'ê gelek sîvîl bi bandor bûn. Ji ber ku li Şehbayê di tenduristiyê de zêde derfet tuneye ez nikarim tedawî bibim. Tevî hemû zor û zehmetiyan em li berxwe didin lê divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî li dijî binpêkirinên mafên mirovan bêdeng nemînin."   Rawî Abdullah diyar kir ku DAÎŞ'ê di bin navê îslamê de çekên kimyewî bi kar aniye û got:"Dema ku ez û zarokê xwe li malê bûn DAÎŞ'ê êrîşî gundê me dikir. Hem mala me xera bû hem jî ji ber çekên kimyewî tenduristiya min xirab bû."   Herî dawî Rawîyê wiha got: "Em tu caran dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê heta dawî hewl bidin ku ji çeteyan rizgar bibin. Divê hemû gelên cîhanê li dijî vê hovitiyê derkevin."