Pincarê biharê li ser dezgehên bazaran cihê xwe girt! 2018-04-18 11:39:02   WAN - Li herêma Serhedê pincarê  biharî cihên xwe ser dezgehên bazaran girtin. Bi hatina biharê re pincarê ji nexweşiyan re derman ku li ser dezgehên bazaran cihê xwe girt ji aliyê jinan ve rastî elqeyek mezin tê.    Bi hatina demsala biharê re li Wanê pincarê cur bi cûr yê biharê li ser dezgehan cihê xwe girt. Her sal di demsala biharê de jin û mêr li hemberî hemû qedexeyan li zozananû ji çiyayên herî bilind pincar kom dikin. Li heremê cureyê pincarê  ku tên komkirin jê xwarinên herî bi tam û xweş tên çêkirin. Ji rêvas, kereng û heyanî kulîlkê kûlîlkê her cure pincar li Wanê li ser dezgehên bazarvanan tê bi cihkirin û tê firotin.    Li heremê pincarê ku di nav her xwarinekê de tê bikaranîn di heman demê de ji bo tendûristiya mirov jî derman e. Ji cureyên pincar herî zêde yê bi navê; Mendê, kulîlk,rêvas, kereng û bûk tên pejirandin.