'Min azadî di dilê xwe de hês kir' 2018-04-18 09:03:18   Hêvî Botan   EYN ISA - Jina Ereb Zehra Teyem a ku ji aliyê QSD'ê ve ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû anî ziman ku piştî ku wê azadiya xwe bi dest xistiye ew bûye parçeyek ji tevgera şoreşê û got:"Dema ku ez beşdarî karê tevgerê bûm û min dest bi pirtûkê Rêber Apo kir min azadî di dilê xwe de hês kir."   Jina Ereb Zehra Teyem a ku ji aliyê QSD'ê ve ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû diyar kir ku dema wê pirtûkê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendiye wê rastiya koledariya li ser pişta jinê û bandora neyînî ya hişmendiya baviksalarî ya li ser civakê bêtir fam kiriye.    Zehra ya ku 3 salan di bin zilma çeteyên DAÎŞ'ê de ma diyar kir ku ew tevî zarokê xwe beşdarî nav tevgera ji bo têkoşîna azadiyê bûye û got:"Dema ku ez û zarokên xwe bi saya QSD'ê ji destên çeteyan rizgar bûn me biryar da ku em jî beşdarî tevgera azadiyê bibin û em jî bibin alîkar ku kesên wekî me jî ji destên çeteyan rizgar bibin."   'Min xwest ez di nava karên ciwanan de cihê xwe bigirim'   Zehrayê anî ziman ku ji bo axa xwe biparêze wê xwestiya bi ciwanan re bixebite her wiha ji wan re jî bibe alîkar û wiha domand:"Bi salan e ku Kurd, Ereb, Suryan bi hev re li ser vê axê jiyane. Loma em dixwazin li ser esasên wekheviyê civakek demokratîk ava bikin."   'Divê Rêber Apo aza bibe'   Zehrayê diyar kir ku ji bo jiyanek azad û demokratîk divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêber Apo hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê nirxekî pîroz e. Her dem wî rêya  çareseriyê pêşkeşî me kir. Lê mixabin hemû cîhan îro me ji Serokê me bêpar dihêle. Em ê heta dawî ji bo axa xwe û Serokê xwe bi taybet ji bo azadiya Efrînê têkoşîna xwe bidomînin."