ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-18 09:00:00   *Li Geverê jinên di qedexeya derketina derve de xaniyên wan hatin hilweşandin, naxwazin li TOKÎ’yan di nav çar dîwaran de bijîn. Welatiyên ku tê xwestin xaniyê wan  hilweşînin û ji nû ve çêbikin, derket holê ku dosyaya ku zirara welatiyan têde cih digire winda bûye. BI DÎMEN   * Li taxa tekelê ya Sîlvanê rêyên ku robar di wan re derbas dibe û av li wan kom bûye ji ber ku ji aliyê şaredariyê ve nayên paqijkirin, bi gelaşê hatine dagirtin û tendirustiya gel dixin xeterê. BI DÎMEN   * Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde dawiya qedexeyan û astengiyan nayê. Herî zêde qedexe û astengiyên ku hatin derxistin jî li dijî şano û şangoran e. Herî dawî li Parlementoya Tirkiyeyê ji aliye Serokê Parlementoyê ve destûr nehat dayin ku jinên şanoger di listîkê de bilîzin. Jinên şanoger ên li wan û Amedê nearazîbûn nîşanî vê helwesta serokê parlamentoyê dan.  BI DÎMEN   *Jina Ereb Zehra Teyem a ku ji aliyê QSD'ê ve ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû anî ziman ku piştî ku wê azadiya xwe bi dest xistiye ew bûye parçeyek ji tevgera şoreşê û got:"Dema ku ez beşdarî karê tevgerê bûm û min dest bi pirtûkê Rêber Apo kir min azadî di dilê xwe de hês kir." BI DÎMEN   *Zarokan ev gerdûn birêve bibiran wê çiqas xweş bûya. Li cîhanek bê xwîn û bê desthilatdarî jiyîn mafê wan yê herî xwezayî ye û xeyalên wan her tim nîvco dimînin û li mirovahiya ku xwe winda kiriye dinêrin. JI PÊNÛSA JINAN   *Yek ji edîtorên Weşanxaneya Otonom a tevlî Fuara Pirtûkan a Îzmîrê bû, Melîs Înan, diyar kir ku fuar veguherîne qadên bazirganiyê û diyar kir ku Matbaya Gun, Aram û weşanxaneya Çep ku hatine desteserkirin di fuarê de tunene û got li dijî êrîşan divê tora kolektîf bê avakirin. BI DÎMEN   *Darazê li N. yê ku Zekî A. yê bi salan keça xwe îstîsmar û tehdîd kir bi parastina cehwerî kuşt, 10 sal ceza birî. Dozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Zekî A. de ji bo gilîkirinên berê derbarê wî de hatibûn kirin got ‘îdiayên ne şênber in’ û biryara bêşopandinê dabû.   *Remziye Bor a keça wê Newal di zikê wê de bû û ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malê de hat qetilkirin, di ser qetilkirina wê de du sal derbas bû. Remziye rakiribûn nexweşxaneyê û bebeka wê li nexweşxaneyê hat cîhanê û li wir jiyana xwe ji dest da. Derbarê dosyaya Remziyeyê de biryarara ‘Hewce bi şopandinê tuneye’ hat dayin. Parêzeran îtîrazî biryarê kirin lê ev 9 meh in ku bersiv nehatiye dayîn. BI DÎMEN   *Edîtora rojnameya Evrenselê Çagri Sari ku derbarê wê de gelek doz hatine vekirin, diyar kir ku dema nûçeyan diweşînin sansurê pêk naynin lê pêvajoyên hiqûqî li ber çavan girtine û got: “Divê nîqaşên ku ne tenê yên nas divê hemû rojnamegeran ji girtîgehê derbixin bên kirin.”