Dê heyeta HDP'ê bi gelê Îzmirê re hevdîtinê pêk bîne 2018-04-17 15:35:54   ÎZMÎR-Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê bernameya heyeta HDP'ê ya ku dê were Îzmîrê aşkere kir. Di nava heyetê de Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan jî heye.    Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya heyeta HDP'ê ya ku dê were Îzmîrê bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere kir. Di nava heyetê de Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan û Hevseroka HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay jî hene. Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê Selma Uzunok di daxuyaniyê de axivî û got:"Em ê bi baweriya gelê Tirkiyeyê ya aştî û wekheviyê bên ba hev. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin dê bibe sedema aştî û azadiyê."   Di daxuyaniyê de navên ku di nav heyetê de ne wiha hat aşkerekirin:"Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan û Hevseroka HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan, Ertugrul Kurkçu, Huda Kaya, Garo Paylan, Endamên Rêveberiya Meşandina Navendê ya HDP'ê Zeynep Boga û Ayşe Guzel, Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Endamên MYK'ê yên navçeyê û Endamên Meclîsa Partiya Bajêr."   Herî dawî di daxuyaniyê de bernameya heyetê hat aşkerekirin.   Roja Pêncşemê saet di 11.00'an de li avahiya Bajêr a Îzmîrê tevî Dayikên Aştiyê dê bi gel re hevdîtin pêk were piştre dê li Rêxistinên Girseya Demorkratîk re li Navenda Kongreya Tepekule civîn bê lidarxistin. Piştre heyetê dê li Bargeha Balikçi ya Bostanliyê ya Karşiyakayê li dijî projeya Tup Geçidê daxuyaniya çapemeniyê bide. Dê bername bi hevdîtina gel a Pervin Buldan a ku dê saet di 18.00 de pêk were bername bi dawî bibe.