Amedî wê 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê pîroz bikin! 2018-04-17 14:48:00   AMED - Gelê Amedê wê 1'ê Gulanê li meydana Stasyonê be. Komîteya Amsdekar a 1'ê Gulanê ya Amedê  bang li her kesî kir ku li dijî şer, mêtingerî, şîdet û neheqiyê tevlî mîtînga 1'ê Gulanê bibin.   Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê ku ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê pêk tê daxuyaniyek da çapemeniyê.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rewşa Awarte û polîtîkayên şer bandoreke neyînî li paşeroja kedkaran û civakê dixwin û ev tişt hat gotin:"Bi vê kombûnê re em radigihînin ku ji bo mîtînga bi heybet a 1'ê Gulanê ya li Amedê me dest bi amadekariyan kir."   Komîteyê diyar kir ku wê daxwazên xwe roja 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê bînin ziman.   Herwiha Komîteyê destnîşan kir ku mirovên li ber şer radibin û daxwaza aştiyê dikin wê li Qada Îstasyonê li hev bicivin û nîşan bidin ku wê teslîmî tarîtiya rejîma nû ya ku bi Rewşa Awarte tê ferzkirin nebin.   Komîteyê bang li her kesî kir ku tevli mîtînga 1'ê Gulanê bibin.