Du jinên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin 2018-04-17 13:25:14   ŞENGAL - Du jinên ku 4 sal in di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bûn ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Jinên ku hatin rizgarkirin bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin.   Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn û gelek jinên Êzidî revandibûn, piştre esîr hatibûn girtin û li bazarên koleyan hatibûn firotin. Piştî ku şervanên YPG û YPJ'ê Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin gel vegeriyan malên xwe. Lê gelek jin û zarokên Êzidî di destên DAÎŞ'ê de man. Bi operasyonên ku tên kirin ev jin û zarokana yek bi yek tên rizgarkirin.    Ji aliyê hêzên QSD'ê ve 2 jinên Êzidî yên din jî hatin rizgarkirin. Li Meclîsa Gel a Navçeya Sinuneya Şengalê merasîma ji bo pêşwaziya 2 jinên Êzidî hat kirin.    Jinên ku ev 4 sal in di destên DAÎŞ'ê de bûn ji kêfa ku rizgar bûne giriyan. Malbatên jinên ku hatin rizgarikirin spasiyên xwe ji bo şervanên ku ew xelas kirin, pêşkeş kirin. Malbatan anîn ziman ku ji bo jin û zarokên din jî rizgar bibin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Endama Meclîsa Gel a Sinunenê Canê Suleyman kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:"Em di destpêkê de spasiyê xwe ji şervanên azadiyê re pêşkeş dikin. Sibehê Cejna me ya Çarşema Sor e. Ji ber ku du jinên me azad bûn em vê cejnê du caran pîroz dikin. Dema ku jinên me û zarokên me yên di destên DAÎŞ'ê de azad dibin em gelek kêfxweş dibin. Ji bo dîlên din jî azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dîsa spas dikin û ji çavên şervanên xwe maç dikin."   'Vê fikir û felsefeyê me ji tunebûnê rizgar kir'   Hevseroka Meclîsa Gel a Sinuneyê Xwedêda İlyas jî got:"Em spasiya xwe ji hêzên QSD'ê dikin ku zarok û jinên me ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dikin. Şervanên me bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi îradeya xwe ya azad li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û jin û zarokên me rizgar dikin. Divê ji niha şunde em rêya şehidên xwe bişopînin ku careke din komkujî pêk nê. Bi sedsalan e ku li ser Êzidiyan komkujî pêk tên ji xeynî Rêber Apo kesekî din pêşî li vê yekê negirt. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêşî li komkujiyan hat girtin."   Jinên ku ji destên DAÎŞ'ê rizgar bûn jî spasiyên xwe ji bo QSD'ê pêşkeş kirin û hêvî kirin ku jin û zarokên din jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê bên rizgarkirin.